Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Parlamentoya Ewropayê, peymannameya Stenbolê ya ku xwe dispêre rêgeza wekheviya zayendî ya civakî bi 500 dengên erê pesend kiriye. Herweha Parlamentoyê tekoşîna li dijî tundkariya li ser jinan kiriye mijara sereke.
Welatên ku peymannameyê bicîh nahînin hatine şermezarkirin
Di biryarê de welatên ku peymanname îmze kirine û ji bo cîbicîhkirinê pesend nekirine hatiye şermezarkirin.
Welatên ku peymanname pesend nekiriye ev in:
Bulgarîstan, Çekya, Macarîstan, Lîtvanya, Letonya, Slovakya û Ingiltere ye.
Di biryarê de banga pesendkirina peymannameyê ji van welatan hatiye kirin û ji Encûmena Yekitiya Ewropayê re jî pêşniyar kirine ku tekoşîna li dijî tundkariya li ser jinan bila bikin mijareke sereke.
Li Yekitiya Ewropayê (YE) ji 3 jinan 1 rastî tundkariyê tên
Peymannameya Stenbolê di sala 2014an de ketiye meriyete û 2017an de jî ji aliyê YEyê de hatiye îmze kirin. Li gor daneyên dawiyê, li YEyê ji 3 jinan 1 rastî tundkariya fîzîkî yan zayendî têne.(EMK/AY/FD))