Fotograf: Ferid Demirel
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Parlamentoya Ewropayê (PE) ji bo Peymana Stenbolê li hemû welatên endam bicih bê, biryarek daye.
Li gorî nûçeya BBCyê, duh (10ê Gulana 2023yan) li Parlamentoyê civîneke dengdanê pêk hatiye. Di encamê de 464 parlamenteran dengên erênî, 81 parlamenteran jî yên neyênî bikar anîne. 45 endam bêbiryar bûne.
Bi vê biryara PEyê daye re, wê derfet çêbibe ku Peyman li hemû welatên endam ên Yekîtiya Ewropayê bicih bê.
Hin welatan ji ber sedema mafên LGBTI+an li dijî bicihanîna Peymana Stenbolê derdiketin ku li van welatan hikûmetên kevneperest, desthilatdar in.
Bulgaristan, Komara Çekan, Macaristan, Letonya, Lîtvanya û Slovakyayê bicihanîna Peymana Stenbolê qebûl nekiribûn.
Dîwana Edaletê ya Ewropayê jî di 6ê Çiriya Pêşiyê ya 2021an de biryarek dabû û gotibû ku bêyî pesendkirina hemû endamên YEYê, Peymana Stenbolê dikare li hemû welatan bicih bibe.
Peymana Stenbolê ji bo hemû qadên ku YE jê berpirsiyare, yên mîna peymanên penaxwazî û hevkariya yasayî jî wê derbas bibe. Biryar wê di demeke kurt de li hemû saziyên YEyê bên bicihanîn û ev gav weke gaveke gelekî mezin a sembolîk tê nirxandin.
Tirkiyeyê mazûbanî ji civîna Peymana Stenbolê re kiribû û yek ji wan welatan bû ku di serî de Peyman pejirandibû. Lê Serokomar Erdoganî di 20ê Adara 2021an de biryar dabû ku Peymana Stenbolê betal bike. (EMK/FD)