Parlamentoya Ewropayê pêşnûmeya biryarê ya berfireh a derbarê rewşa Sûriye û Rojavayê de pesend kir.
Di dengdana 515 parlamenter amade bûn, 363 parlamenteran dengê "erê" û 71 parlamenteran dengê "na" da, 83 parlamenter jî bê alî man.
Ofîsa Çapemeniyê ya YEyê biryar bi daxuyaniyek nivîskî ragihand. Di daxuyaniyê de ev agahî hatin parvekirin:
“Bûyerên li Bakur Rojhilatê Sûriyê pêk tên îhtîmala vegerîna şer dihewînin. Aramiya li Bakur Rojhilatê Sûriyê ji bo bo siyasetek adîlane û dorhêlî ku herkesê digire nav xwe gelek girîng e. Divê Parlementoya Ewropayê hewildanên xwe yên pir rengiya etnîkî û olî ku Kurdî di serî de biparêze û hewildanên vejîna DAIŞê asteng bike.”
‘Sûcên li dijî mirovahiyê pêk hatin’
Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku PEyê hemû êrişên li Bakur Rojhilatê Sûriyê bi tundî şermezar kirine û banga pêkanîna pêwistiyên agirbestê li her du aliyan kiriye. Di daxuyaniyê de weha hat gotin:
“Êrişên li dijî nûnerên gel, înfazkirinên bêdaraz, windakirin, binçavkirinên keyfî, koçberiya bi darê zorê û êrişên li dijî binesaziya sivîl tê wateya binpêkirina hiqûqa gerdûnî û navneteweyî.” Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku Parlementoyê îşaret pê kiriye ku hind ji van sûcan dibe vegerin pêvajoya darizadinê.
“Ev êriş ne tene li dijî cenazeyan û goristanan hatine kirin. Bikaranîna teqemenî û mihimata di asta jor de pê germkêş atine bikaranîn. Parlementeran fikarên xwe yên derbarê rewşa mirovîn a ji ber dorpêç û ambargoyan jî aniye ziman û bang li Yekîtiya Ewropayê kirine ku alîkariyan zêde bikin.”
‘Mafên Kurdan ên civakî û perwerdehiyê nas bikin’
Her wiha di daxuyaniyê de hate ragihandin ku agirbesta di navbera Hêzên Sûriya Demokratîk û Hikumeta Demkî de ji hêla parlementeran ve bi kêfxweşî hatiye pêşwazîkirin û ev agahî hatin dayîn: “Parlementeran cardin piştgiriya xwe ji bo agirbestê anîn ziman. Ji bo nasîna mafên civakî û perwerdehiyê yên Kurdan bang kirin. Cardin Tirkiye jî di nav de bang li hemû aliyan hate kirin ku agirbestê biparêzin.”
Parlementeran bang li rayedarê Sûriyê kir ku Ereb, Kurd, Sunî, Şîa, Elewî, Mesîhî, Durzî û Êzidî jî di nav de mafên hemû civakan ên bingehîn biparêze.” Li gorî daxuyaniyê biryar beşdarbûna siyasî ya gelê Kurd û di astek wekhev de nasîna mafên gelê Kurd wekî şertek jênager ê îstîkrar û pêvajoya herkesî digire hundirê xwe dibîne.
Her wiha di daxuyaniyê de hate derbirîn ku parlementeran balkişandina ser talûkeya DAIŞê û ji bo veşîna wê bê asteng kirin xebat û têkoşîna hevpar a hemû aliyan girîng dibîne. Parlementeran xwest ku Yekîtiya Ewropayê hewildanên xwe yên li dijî DAIŞê zêde bike û jin jî di nav de rola Kurdan a diyarker a li dijî DAIŞê bi rûmet bi bîr bîne.
"Ji bo pêşketinê avêtina gavan şert e"
Di daxuaniyê de derbarê dengdanê de jî agahî hatin dawîn û wiha hate gotin:
“Parlemento ji bo angajman û piştgiriya bi Sûriyê re pêşketinên berbiçav û bên dîtin, parastina sivîlan, rêzgirtina agirbestê, parastina mafê mirovan û mafên kêmaran wekî şertekê datîne.” Di encama dengdanê de 71 parlementeran dengê neyînî, 81 parlementer bêalî man û pêşnûma bi dengê erê yê 363 parlementeran bû biryar û derbas bû. Polîtîkayên Yekîtiya Ewropayê û Parlementoya Ewropayê dê li gorî vê biryarê bê meşandin."
Her weha di biyarê de pakêta piştevaniya darayî ya 620 milyon Euroyî ya ji bo salên 2026 û 2027an bi kêfxweşî hat pêşwazîkirin.
Hat diyarkirin ku ev piştevaniya darayî dê bi armanca alîkariya mirovî, xurtkirina civaka sivîl û piştgirîdayîna pêvajoya veguhastina siyasî were bikaranîn.
Rewşa Kobanî, Minbic û Qamişloyê
Parlamentoyê destnîşan kir ku li bajarên ku Kurd lê dijîn, wekî Kobanî, Minbic û Qamişloyê, xizmetguzariyên bingehîn hatine qutkirin û binesaziya wan zerer dîtiye.
Parlamentoyê behsa koçberî, kêmbûna xwarinê û pirsgirêkên tenduristiyê kir û bal kişand ser rewşa sivîlan, bi taybetî li Kobaniya dorpêçkirî.
Parlamentoyê daxwaza vekirina korîdorên mirovî yên daîmî û ewle ji bo deverên dorpêçkirî yên li Rojavayê bi taybetî jî ji bo Kobaniyê kir.
Her wiha daxwaz ji Yekîtiya Ewropayê û welatên endam hat kirin ku alîkariya mirovî û piştgiriya derûnî, bi taybetî ji bo jin û zarokên keç zêde bikin.
(AEK/AY)
*Çavkanî: Rudaw, Ajansa Welat
