Fotograf: Rûdaw
Binpêkirinên mafên mirovî yên ji aliyê Tirkiyê û çekdarên girêdayî wê ve li Rojavayê hatine kirin, di rojeva Parlamentoya Ewropayê de ye.
Li gor nûçeya Rûdawê ji Parlamentoya Ewropayê, Endamên Koma Dostaniya Kurdan a Parlamenta Ewropayê François Alfonsi, Andreas Schieder, Nikolaj Villûmsen jî di nav de 68 parlamenteran, nameyek ji serokê parlamentoyê David Sassoli re şandine û tê de daxwazkirine ku binpêkirinên li Rojavayê ji aliyê Tirkiyeyê û çekdarên opozisyona Sûriyeyê yên girêdayî wê hatine encamdan li cihê xwe bêne lêkolînkirin.
Wan parlamenteran di vê çarçoveyê de bang li David Sassoli kirine ku li wan herêmên Rojavayê û Sûriyeyê yên di bin kontrola Tirkiyeyê û çekdarê girêdayî wê de, ji bo tespîtkirina binpêkirinên hatine kirin, şandeke taybet ji parlamenteran bi serokatiya Parlamenta Ewropayê ava bike û bo herêmê bişîne.
Parlamenterên navborî diyar kirine ku ew rapora 14ê Tebaxa 2020an rapora Komîsyona Lêpirsîna Navneteweyî ya Serbixwe ya Komara Ereb a Sûriyeyê girîng dibînin û dibêjin ew rapor îspat dike ku ji aliyên grûpên girêdayî Tirkiyeyê ve li Rojavayê û Bakurê Sûriyeyê binpêkirinên mafên mirovî hatine encamdan.
Di nameyê de amaje bi wê yekê hatiye kirin ku piraniya qurbaniyên binpêkirinan Kurd din û tê gotine: “Qurbaniyên binpêkirinan ji destdirêjiya seksê heta revandina mirovan û kuştina bêdaraz û ji gelek kiryarên din giliyan dikin.”
Parlamenteran herwiha daxwaz kirine ku desthilatdariya Tirkiyeyê peywendiyên weke polîtîk, aborî û leşkerî û piştgiriya xwe ji bo van grûpên ku mafên mirovan binpê dikin, qut bike û gotine ku: “Em bang dikin ku artêşa Tirk û komên ser bi wê ve dawî li dagirkeriya li Bakurê Sûriyeyê bînin û ji wê herêmê vekişin.” (AY/FD)