*EPP Serokê Komisyona YEyê, Manfred Weber. AA/Arşiv.
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Serokên Komên Partiyan ên li Parlamentoya Ewropayê (PE) ji welatên Ewropayê xwestine ku li dijî Tirkiyeyê toleyên ekonomîk ragihînin.
Manfred Weber, Serokê Komisyona Yekîtiya Ewropayê yê ji Partiya Gelî ya Ewropayê (EPP), derbarê mijarê de axiviye û wiha gotiye: “Heta ku Tirkiye ve helwesta xwe ya êrîşkar berdewam bike, encamên ekonomîk jî tê de divê em li ser encamên vî tiştî biaxivin.”
“Bila nehêlin bikaribin bikevin bazara navxweyî ya Ewropayê”
Weber îro li avahiya Parlamentoyê ya li bajarê Strasbourgê yê Fransayê axiviye û behsa vebijarkên ihtimal kiriye. Weberî gotiye ku bila nehêlin Tirkiye bikeve bazara navxweyî ya Ewropayê û endamtiya wê ya Yekîtiya Gumrikê were sekinandin.
Iratxe Garcia, Serokê koma sosyal demokratên li PEyê jî ji Deutsche Welleyê re axiviye û ji ber ku biryar ji civîna serokên Yekîtiya Ewropayê (YE) ya hefteyo borî derneketiye gilî û gazindên xwe kiriye. (PT/FD)