Ji bo nûçeya Tirkî / Ingilîzî bitikîne
Parlamentoya Ewropayê duh kom bû û pêşnûmaya ku dixwest Tirkiye ji Efrînê derkeve erê kir. Pêşnûma bi 371 dengan hat erêkirin. 241 kesan dengên neyênî bi kar anîn.
Li gorî nûçeya Kayhan Karaca yê ji Deutsche Welleyê, pêşnûma ji hêla komên Demokratên Xiristiyan, Sosyal Demokrat, Lîberal Demokrat û Keskan ve hevbeş hatiye amadekirin. Li gorî heman nûçeyê beriya ku dengdan ji bo pêşnûmayê çêbibe paragrafa derbarê Efrînê de dijwartir kirine.
Hevoka ku dibêje “Parlamentoya Ewropayê, ji destwerdana Tirkiyeyê li hemberî herêmên li Sûriyeyê di bin kontrola Kurdan de ye xwediyê metirsiyên kûr e” li metnê hatiye zêdekirin.
“Bandoreke neyênî li ser hewlên çareseriyê dike”
Di metna pêşnûmayê de tê diyarkirin ku di operasyona li ser Efrînê de nûçeyên windahiyên sivîl hene û bang li Tirkiyeyê dike ku operasyona Efrînê bide sekinandin û bala xwe bide ser têkbirina wan rêxistinên ku Neteweyên Yekgirtî (NY) wan weke rêxistinên terorê bi nav dike”.
“Bila li Efrînê demildest agirbest çêbibe”
Di pêşnûmayê de tê diyarkirin ku “dijwariya” li Efrînê metirsiyê çêdike û ihtimala “pevçûna” di navbera hêzên Tirkan û Esad an jî hêzên Rûsan de û rageşiya bi DYAyê re “metirsîdar” hatiye nirxandin.
Di pêşnûmayê de ji Tirkiyeyê tê xwestin ku leşkerên xwe ji Efrînê bikişîne û “di pirsgirêka Sûriyeyê de roleke erênî bilîze”. Ev jî “di berjewendiyên netewî yên Tirkiyeyê de” hatiye bilêvkirin.
Her weha bang tê kirin ku Efrîn jî di nav de li hemû Sûriyeyê agirbest çêbibe.
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan derbarê pûşnûmayê de gotibû ku “Dilê xwe xweş nekin, heta ku karê me ne qede em dernakevin”.
SOHR: Di rojekê de 10 sivîl mirine
Çavdêriya li Mafên Mirovan a li Sûriyeyê (SOHR) ku navenda wê London e diyar kir ku roja çarşemê di encama topbaran û bombebarana hêzên Tirkiyeyê û yên li gel wan de 4 jê zarok 10 sivîl mirine û 34 kes jî birîndar bûne.
Di daxuyaniyê de hatiye gotin ku ji roja 20ê Kanûna Paşiyê heta niha ji ber operasyona li ser Efrînê 36 jê zarok 225 sivîl mirine.
Li gorî daneyên SOHRê li Efrînê 300 hezar sivîl hene. (PT/FD)