Ji bo nûçeya Tirkî / İngilîzî bitikîne
Parlamenteriya Leyla Zana Parlamentera HDPyê ya Agiriyê bi hinceta ku beşdarî xebatên Parlamentoyê nedibû li Civata Giştî ya TBMMyê hat betalkirin.
Ji ber ku Zana di navbera 1ê Cotmeyê ya 2016yê û 30ê Nîsanê ya 2017yê de beşdarî 212 civînan nebûye bi daxwaza betalkirina parlamenteriya wê li Civata Giştî ya Parlamentoyê deng hatin bi kar anîn.
324 parlamenter beşdarî dengdanê bûn. 302 kesan deng ji bo betalkirina parlamenteriya Zanayê bi kar anî, 22 kesan dengên neyênî da.
Piştî dengdanê Ayşe Nûr Bahçekapili Wekîla Serokê Parlamentoyê aşkere kir ku parlamenteriya Zanayê hatiye betalkirin.
HDP ji Civatê derket
Piştî ku encam diyar bû Parlamenterên HDPyê ji Civata Giştî ya Parlamentoyê derketin.
Beriya ku ji Civatê derkevin Wekîla Hevserokên HDPyê Filiz Kerestecioglû û Parlamenterê HDPyê yê Mêrdînê Mîthat Sancarî nirxandina pêşiyê kirin.
Kerestecîoglû got; “Li vê Parlamentoyê cara 6emîn e ku parlamenterî tê betalkirin. Leyla Zana ne kesayeteke wiha ye ku di nava dengên erê – nayê de bê nirşandin.
“Ew heta hetayê wekîla Tirkiyeyê ye. Piştî 24 salan betalkirina parlamenteriya wê bû para desthilatdariya AKPyê. Ev şerma vê Parlamentoyê ye.”
Sancar: Ev ê bibe nîşaneya şermê û îbretê
“24 sal beriya niha li vir şermeke gelekî mezin çêbûbû. Niha AKP, kiryarên xerab ên rabirdûyê zêde zêde pêk tîne.
“Niha AKP, bêdadiyên, bêhiqûqiyên berê derbas kiriye. Heke ku nîşaneyek ji vê re pêwîst be, wê vê nîşaneyê bi wan vekin, lê ev nîşaneya şert û îbretê ye.” (TP/FD)