Ji bo nûçeya Tirkî / İngilîzî bitikîne
Parlamenteriya Ferhat Encu Parlamenterê HDPyê yê Şirnexê hat betalkirin.
Heta niha parlamenteriya Fîgen Yuksekdag Hevseroka berê ya Giştî ya HDPyê, parlamenter Nûrsel Aydogan, Tûgba Hezer Ozturk, Faysal Sariyildiz, Besîme Konca û Leyla Zanayê hatibû betalkirin. Ferhat Encu navê 7emîn e ku parlamenteriya wan tê betalkirin.
Encu tevlî Hevserokên Giştî Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag (Parlamenteriya wê 21yê Sibatê ya 2017yê hatibû betalkirin), Serokwekîlê Koma HDPyê Îdrîs Balûken û parlamenter Leyla Bîrlîk, Selma Irmak, Nûrsel Aydogan, Gulser Yildirim û Abdûllah Zeydanî re hatibû girtin.
15ê Sibatê ya 2017yê serbest bûbû lê 17yê Sibatê ya 2017yê careke din hatibû girtin.
Encuyî bi tohmeta “propagandaya rêxistina terorê kiriy” 9ê Hezîranê ya 2017yê 3 sal û 9 meh, bi tohmeta ku “li hemberî Yasaya Birêvebirina Bajêr a hejmar 5442yê” jî 10 meh cezayê girtinê standibû.
Li gorî daneyên heta 13ê Çiriya Pêşiyê ya 2017yê 9 parlamenter girtî ne. Ji bilî wan Enîs Berberoglû Parlamenterê CHPyê yê Stenbolê 14yê Hezîranê ya 2017yê di çarçoveya doza TİRên MÎTê de hatibû girtin. (EKN/FD)