Ji bo nûçeya Tirkî / Ingilîzî bitikîne
Parlamenteriya Ahmet Yildirim Wekîlê Serokê Komê yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Îbrahîm Ayhan Parlamenterê HDPyê yê hat betalkirin ku bi hinceta cezayê girtîgehê li wan hatiye birîn ev biryar hatiye standin.
Fezlekeyên derbarê Ahmet Yildirim û Îbrahîm Ayhanî de hatine amadekirin li Civata Giştî ya Parlamentoya Tirkiyeyê hatin xwendin.
Hincet avêtina tweetê û heqareta li Serokomar e
Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê Ahmet Yildirimî ji Serokomar Recep Tayyîp Erdoganî re gotiye “Padşahê xirbende yê li qesrê” û doz lê hatiye vekirin û bi tohmeta “heqareta li Serokomar kiriye” sal û 2 meh cezayê girtîgehê lê hatiye birîn. Ji ber vê jî parlamenteriya wî hatiye betalkirin.
Ji ber parvekirina fotografê Azîz Guler ê ku li Rojava miribû par ve kiriye doza “propagandaya rêxistinê” li Îbrahîm Ayhanî hatibû vekirin û sal û 3 meh cezayê girtîgehê lê birîbûn. Parlamenteriya Ayhanî jî bi vê hincetê hatiye betalkirin.
Hejmara parlamenterên HDPyê ji 59ê daket 50yî
Beriya niha ji ber ku ceza li wan hatibû birîn parlamenteriya Fîgen Yuksekdag, Nûrsel Aydogan, Besîme Konca û Ferhat Encuyî hatibû belatlkirin. Ya Faysal Sariyildiz, Tûgba Hezer Ozturk û Leyla Zana jî bi hinceta ku beşdarî civînên li parlamentoyê nedibûn hatibû betalkirin.
Li gorî encama îro, hejmara parlamenterên HDPyê ji 59ê daket 50yî. (EKN/FD)