Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Piştî di Desteya Giştî ya Meclîsê de cezayên ku Dadgeha Bilind daye her sê parlamentera hatiye xwendin, parlamenteriya Enîs Berberlioglû, parlamenterê Partiya Gel a Komarî (CHPê) yê Stenbolê û herdu parlamenterên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Leyla Guven û Musa Farisoglullari hatiye betalkirin.
Rakirina parêzbendiyê û hilweşandina parlamenteriya Enis Berberoglu ji ber doza MITê bûye.
Herwiha parlamenteriya her yek ji parlamenterê HDPyê yê Amedê Musa Farisoglullari û parlamentera Colemêrgê Leyla Guven jî ji ber doza Koma Civakên Kurdistan (KCK) hatiye hilweşandin.
Herdu parlamenterên HDPê Leyla Guven û Musa Farisoglullari ku niha parlamenteriya wan hatiye hilweşandin, pêştir di 24ê Îlona 2019an de cezayê girtîgehê bi ser wan de hatibû sepandin. Her du parlamenteran bi tohmeta "Endamtiya Rêxistina Terorê " ji aliye 2em Dadgeha Cezayê Giran a Amedê ve ceza girtibûn. Dadgehê 9 sal ceza dabû Farisogûlları û 6 sal û 3 meh jî ji Leyla Guvenê birîbû.
Cezayê her sê parlamenteran ji aliyê 16em Daîreya Cezayê Dadgeha Bilind ve hatibû pesend kirin. (RT/AY/FD)