Parlamenterên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (HEDEP) li dijî biryara Saziya Tiba Edlî ya ku gotiye, Makbûle Ozera 81 salî “dikare di girtîgehê de bimîne”, serî li Komîsyona Lêkolînê ya Mafên Mirovan a Parlamentoyê da.
Di daxwaznameyê de parlamenteran diyar kir ku di 24ê Tîrmeha 2018an de bi ser mala Ozer û hevjînê wê Hadî Ozerî de hatiye girtin û ew tevî zarokên xwe hatin desteserkirin. Bi tohmeta “alîkarî dane rêxistinê” Ozer û hevjînê wê her yek ji wan bi 2 sal û mehek cezayê girtîgehê hatin cezakirin.
Her weha wan gotiye di encama dadgehkirinê de Ozer û hevjînê wê di 9ê Gulana 2022yan de bêyî delîl hebin û bi rengekî ne hiqûqî hatin girtin. Parlamenteran di daxwaznameyê de destnîşan kir ku Makbûle Ozer gelekî pîr e û ji sedî 61 astengdar e, cezayê lê hatiye birîn ji bo salekê hatiye taloqkirin û ew di 7ê Îlona 2022yan de serbest bûye.
“Rewşa wê her diçe nebaştir dibe, dibêje ez ê li vir bimrim”
“Ew nikare bimeşe”
Di daxwaznameyê de parlamenteran got ku Ozer bi kursiya biteker dibin û tînin edliyeyê û Saziya Tiba Edlî lê digel vê jî Saziya Tiba Edlî di 11ê Çiriya Paşiyê de raporek amade kir û got, “ew dikare di girtîgehê de bimîne.” (RT/FD)