Ji bo nûçeya Tirkî / Ingilîzî bitikîne
Cihgirê berdevkê koma Partiya Gelan a Demokratîk(HDP) yê li parlamentoyê Ahmet Yildirim, û Parlamenterê Rûhayê Osman Baydemîr, dema ku ji bo li dadkirinê temaşe bikin çûbûn Dadgeha Amedê polîsan ew desteser kirine.
Polîsan dane zanîn ku biryar hatiye dayin ji bo îfadedanê divê ew bi zorê wan bibin.
Çend sietekê ji beriya Baydemîr û Yildirimî heman kiriyar ji bo parlamenterê Amedê, Îmam Taşçierî jî hatibû kirin.
Serdozgeriya Amedê bi sûcên “sivikkirina Hikûmeta Komara Tirkiyeyê” “heqareta li serokkomarî” “ji ber karê karmendên civakê heqareta li wan” bi zorê ji bo îfadedanê hatibû birin.
Her çar parlamenter jî serbest hatin berdan.
Ji bo parlamenterê Îdirê, Adiyamanî derketina derve hat qedexekirin.
Ji 59 parlamenterên HDPyê 11 parlamenter girtî ne
Herdu hevserokên HDPyê Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yûksekdag parlamenterên Şirnexê Ferhat Encû û Leyla Bîrlîk, parlamenterên Colemêrgê Selma Irmak û Abdullah Zeydan, parlamenterên Amedê Zîya Pîr, Idrîs Balûken, Nûrsel Aydogan û Îmam Taşçier, parlamenterê Enqereyê Sirri Sûreyya Onder û parlamentera Mêrdînê Gulser Yildirim di 4ê Çiriya Paşiyê de hatibûn desteserkirin.
Fîgen Yûksekdag, Selahattîn Demîrtaş, Idrîs Balûken, Leyla Bîrlîk, Selma Irmak, Nursel Aydogan, Gulser Yildirim, Abdullah Zeydan û Ferhat Encû di heman rojê de hatibû girtin.
Parlamenterê HDPyê yê Colemêrgê, Nîhat Akdogan di 7ê Çiriya Paşiyê de hat girtin.(AS/MB)