Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Heyeta ku ji Wekîla Serokê Koma HDPyê Fîlîz Kerestecîoglû, parlamenter Ayşe Acar Başaran, Berdan Ozturk, Ertûgrûl Kurkçu, Leyla Bîrlîk, Mîthat Sancar, Muslum Dogan, Nîhat Akdogan ve pêk tê gotin, “Em li bendene ku Dadgeha Destûra Bingehîn li gorî feraseta xwe tevbigere”.
Di 4ê Kanûna Pêşîn a 2016ê de girtina parlamenterên HDPyê destpêkiribûn. Niha 11 parlamenterên HDPyê girtî ne.
Kerestecîoglû: Bila Dadgeh li gorî feraseta xwe tevbigere
Li ser navê heyetê Fîlîz Kerestecîoglû pêşî axivî û diyar kir ku 217 roj in parlamenter girtîne û ji roja serîlêdana wan a Dadgeha Destûra Bingehîn ve heta niha 203 roj derbas bûye:
“Em bi baweriya ji gel û hiqûqê, li dadê digerin û em li bendene ku Dadgeha Destûra Bingehîn feraseta xwe pêk bîne”.
Sancar: Em bang li hişê endamên Dadgeha Destûrî dikin
Mîthat Sancar jî got ku ya niha divê bi axive Dadegeha Destûrî ye û bang li endamên Dadgehê kir:
“Em careke din bang li endamên Dadgehê dikin. Em ne bangî wijdanê wan lê bangî hişê wan dikin. her çalakiya stûxwarkirina dadweran a li hemberî desthilatdariyê, li vî welatî encamên weke careke din mexdûrkirina milyonan derdixe holê. Gunehê wê helbet di stûyê desthilatdariya siyasî de ye. Endamên dadê yên ku nebêjin bisekinin, ew jî hevkarên vî gunehî ne”. (BK/FD)