Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Parlamenterên Partiya Gelan a Demokratîk(HDP) eşkere kir ku li girtîgehan girtîyan dest bi greva birçîbûnê kirine û ew ji ber rewşa girtiyan di fikarê de ne.
HDPyê di daxwaznameyê de eşkere kir ku di 15ê Sibatê de li Girtîgeha Şakranê ya Izmîrê greva birçîbûnê dest pê kiriye. Piştî Izmîrê li Girtîgeha Sîncanê, Girtîgeha Edirneyê ya Cûreyê Fyê, Girtîgeha Tekirdagê ya Cûreyê Tyê û Girtîgeha Wanê ya Cûreyê Tyê girtîyan dest bi greva birçîbûnê kirine.
Hat eşkerekirin ku ji bo parlamenterên HDPyê biçin di girtîgehan de destûr nayê dayin.
HDPyê ji Komîsyona Çavdêriya li Mafên Mirovan xwest ew tespît bike ka li kîjan girtîgehê kîjan girtî di grevê de ne û daxwazên wan çi ne.
Daxwazên girtiyan çi ne?
“Rakirina tecrîda li ser rêberê PKKyê, Abdullah Ocalanî
“Bidawîbûna rewşa xerab a li bajarên kurdan ku bajar têne xerakirin.
“Başkirina şertên girtiyan.” (NV/MB)