Fotograf: MA
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Nobeta ku parlamentên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) li ber avahiya Wezareta Dadê digirin û tecrîta li dijî Rêberê PKKyê Abdûllah Ocalanî pêk tê protesto dikin, di roja şeşan de dewam dike.
Parlamenter dixwazin ku parêzer biçin hevdîtinê bi Ocalanî re bikin û wan vê daxwaza xwe îro jî bi berdewamî aniye ziman. Parlamenteran gotiye ku Wezareta Dadê bersiva serlêdana wan bêbersiv hiştiye û gotine çima bersiva serlêdana wan nayê dayîn.
- Rêberê PKKyê Abdûllah Ocalan ji Sibata 1999ê û vir ve, Hamîlî Yildirim, Omer Hayrî Konar û Veysî Aktaş ji Adara 2015ê û vir ve li Girtîgeha Ewlehiya Xurt a Îmraliyê tên girtin.
Berdevka HDPyê Ebrû Gunay, parlamenter Pero Dundar, Feleknas Ûca, Necdet Îpekyuz, Gulistan Kiliç Koçyîgît, Mûazzez Orhan, Abdûllah Koç û Kemal Pekoz ber bi avahiya Wezareta DAdê ve meşiyane. Parlamenter dema meşiyane kaxizên ku li ser wan nivîsên "Bila li Îmraliyê hiqûq pêk bê" û "Tecrîd sûcê mirovahiyê ye" hilgirtine.
Polîs dema çûne Deriyê Dîkmenê yê Parlamentoyê (TBMM) polîsan ew dorpêç kirine û asteng kirine.
Necdet Îpekyuzî, Parlamenterê HDPyê yê Êlihê li vir axiviye û gotiye ku îro 11emîn salvegera Qetlîama Robozikê ye û têkiliya vê qetlîamê bi tecrîda Îmraliyê re heye:
"Li gorî rêzikên hiqûqî yên navnedewî, çi ya NYyê be, di gelek belgeyên DMME û yên din de dema mirov bikevin girtîgehê mafên wan heye bi parêzerên xwe û malbatên xwe re bi rêya telefonê biaxivin. Em dizanin ku, nêzîkî 22 meh in ti têkiliyek bi Îmraliyê re nîne. Ev têkilî jî beriya 22 mehan bi rêya telefonekê bû.
"Divê tecrîd bê rakirin, rojên aştiyê bên Tirkiyeyê; ji bo jiyaneke di nava wekhevî, azadiyê de, divê dimldest pêvajoya gotûbêjan destpê bike. Serdana CPTyê bûye sedema endîşeyan di nava civakê de. Daxwazên me rewa ne, hiqûqî ne. Divê hemû kes li dijî vê bêedaletiyê derkevin. Bêdengî şirîkatiya sûc e, Divê Wezareta Edaletê demildest bersiva serlêdanan bide." (TY/FD)