Parlamenterê HDPyê Mûrat Sarisac û Serokê Giştî yê TIPê Erkan Baş: Fotograf: Ferid Demirel (bianet)
Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yê Wanê Mûrat Sarisac hate Elbîstanê, navçeya Mereşê ku yek ji cihên erdhejê herî zêde bandor lê kiriye. Sarisacî serdana navenda alîkariyê kir ku li avahiya Weqfa Çandê ya Anatolyayê ya Haci Bektaş Weliyî hatiye sazkirin. Înîsiyatîfa Koordînasyona Karesatê ya saziyên civaka sivîl ava kiriye, derbarê rewşa dawî de zanyarî da Sarisacî.
Sarisacî ji bianet kurdiyê re behsa rewşa dawî û xebatan kir.
Sarisacî diyar kir ku karesateke gelekî mezin çêbûye û li gelek bajaran hema hema hemû cih xerabûne yan jî mirov nikarin biçin nava wan. Sarisacî behsa şert û mercên zivistanê jî kir û hikûmeta AKPyê ji ber rewşa heyî töhmet kir: “Felaketa herî mizin hikûmeta îro ye. Li hember van felaketan, Tirkiye li ser xetên fayê disekine. Herkes vê dizane. Berê jî erdhejên pir mezin çêbûn. Wek li Golcukê, wek li Wanê. Lê tiştek hat dîtin ku afet li cihekî hikûmet li cihekî zirarê didin însanên me. Belkî karesatên xwezayî çêdibin, her demekê çêdibin. Mirov nikare jê bireve. Lê mirov dikare tedbîra wê bigire. Lê ji roja yekem de me dîtî, li hemû bajaran erdhej çêbû. Em li hemûyan jî geriyan. Her tiştek hebû, afet hebû, însanên perişan hebûn. Serma hebû. Lê tene dewlet tunebû.”
“Hikûmet ne amade bû”
Sarisacî bal kişand li ser kampanyayên alîkariyê û diyar kir ku civakê dest daye hev:
“Li hember vê polîtîkayê dewletê û yê AKPyê, civakê dest da hev. Civakê ev qebûl nekir. Hevparkirina wan, bezîna wan a hawara van însanên mexdûr bûyî, da nişan ku dewlet tunebû, belê milet hebû.
Ji gelan zêdetir ev hikûmet va di bin enqazê de. Ji ber polîtîkayên wan, hikûmet ne amade bû. Ev sed sal e dewleta li ser netewî hatiye avakirin, li ser yekîtiyê hatiye avakirin. Yek dewlet, yek milet, yek beyraq, vala nehatiye gotin. Heta niha xwe ji bo şerî amade kiriye. Demekê gotiye ez ermeniyan çawa qetil bikim, çawa ez ê wan ji vir derqim. Çawa ez ê kurdan qetil bikim, çawa ez ê elewiyan tine bikim. Her demekê ji bo şerî amade kiriye. Ji bo jiyandinê yek polîtîkayên wê nîne. Di 1999ê de li Golcukê jî depremek pir mezin çêbû. Wê çaxê jî her kesî dizanî, li pêşiya me jî, li ya gelek bajarên me jî ev xetere heye.
“Fay hatı hene. Li gorî wê îmarek bê amadekirin, tedbir bên girtin. 20 sal, 30 sal jî derbas bû, me li Wanê jî eynê erdhej dît. Dîsa dewlet tunebû. Me li Meletiyê jî eynê deprem dît, dîsa dewlet tunebû. Ji bêterdîrî em bibêjin, wê kêm bimîne. Ev polîtîkayeke. Polîtakaya şer e. Hemû tiştê xwe li gorî şer amade kiriye. Polîtîkaya şer jî nikare bide jiyankirin. Niha îro ez bawer im kîjan wezîr, kîjan berpirsiyar derkeve wê methe SIHAyan bike, wê methê F16yan bike. Canîklî derket got ‘yek bombeyeke F16yan milyonek û 200 hezar dolar e’. A em îro dibinin ew SIHA bikêr tiştekî nayê. Ew SIHA merivên me yên di bin enqazan de mane, xilas nake. Ji ber wê jî mirov nikare bibêje tene bêterbîrî ye. Ev politikaya wê ye. Politikaya kuştinê ye, polîtakaya şer û polîtîka ewlekariyê ye.” (FD)