Li Taxa Gazîpaşaya Tarsûsa Mersînê ji bo êrişên li ser Rojava çalakiyek hat li dar xistin. Li dijî çalakiyê êrişa çekdarî pêk hat.
Di encama êrişê de Baran Abdî yê 24 salî ku xelkê Kobaniyê ye di serê xwe de birîndar bûbû. Piştre li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da. Abdî bi mêvandarî çûbû mala xaltîka xwe û di kêliya êrişê de li şaneşîna malê bû.
Her weha kêsê êrişkan hatiye desteserkirin.
Hatiye îdiakirin ku êrişkar MHPyî ye
Platforma Saziyên Demokratîk a Mêrsînê li ber Best Kiraathane ya li Tarsûsa Mersînê êrişên li dijî Rojavayê yên HTŞê bi daxuyaniyekê protesto kir.
Piştî daxuyaniyê, ciwanan li kolanên Taxa Gazîpaşayê çalakiya xwe domandin. Polîsan êrişî ciwanan kir. Di vê navberê de, kesekî bi navê H. K. ê li ser Sêwregê qeydkirî û endamê MHPyê ye li kolanan gule li komê reşand. K. ji aliyê polîsan ve hat desteserkirin. Baran Ebdî yê ji Kobanê ku wekî mêvan hatibû mala xaltîka xwe, bi giranî birîndar bû. Ebdî, dema ku li şaneşîna malê bû gule li serê wî ket û li nexweşxaneya ku ew birinê jiyana xwe ji dest da.
“Nelet li dijminatiya we be”
Parlamenterên DEM Partiyê yê Mêrsînê Alî Bozan derbarê bûyerê de ev daxuyanî da: "Nelet li dijminatiya we be! Min wekî din gotin nedît. Piştî xwepêşandana me ya Rojavayê li taxa Gazîpaşa ya Tarsûsê, segekî ku güle li ciwanên me yî belav dibûn reşand, gule bera serê Baran Ebdî yê 24 salî yê ji Kobanî dema ku li şaneşîna mala xwe bû, da û ew qetil kir."
Düşmanlığınız batsın!
— Ali Bozan (@avalibozan) January 25, 2026
Söyleyecek söz bulamıyorum.
Tarsus Gazipaşa Mahallesindeki Rojava eylemimizin ardından dağılan gençlerimize yönelik silah sıkan caninin biri, evinin balkonundaki 24 yaşındaki Kobanê’li Baran Abdi’yi başından vurarak katletti. pic.twitter.com/giU8SSLP7x
