Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Berdevkê koma parlamentoyê ya Partiya Komarî ya Gelî(CHP)Kazim Arslanî da zanîn ku qanûna niho zeviyên zeytûnan diparêze lê lijneya ji bo vê yekê hatî avakirin dê bikare bi xala 4. rê bide tinekirina zeviyên zeytûnan.
Hikûmetê biryar dabû zeviyên serê hektarek erg 15 şitlên zeytûnan tê de nînin wek zeviyên zeytûnan qebûl neke. Paşê hikûmetê ev biryar betal kir. Hikûmetê îmara li zeviyên zeytûnan qedexe kir. Li zeviyên zeytûnan dê qedexe be ku xanî û mekanên tûrîstîk bêne avakirin. Lê hikûmetê dest ji xala 4. berneda ku ew xal destûrê dide li zeviyên zeytûnan avahiyên pîşesazîyê(sanayî) bêne avakirin.
Arslanî gotiye:
“Partiya desthilat ji bo heman xalê 4 caran pêşniyarname dan. Me ji bo xala çarem bê betalkirin deng da lê desthilatê bi tenê tê de hin tişt guhertin.
“Li walîtîyan lijneyek dê bê avakirin ew ê biryarê bide ka çêkirina avahiyên pîşesaziyê di berjewendiya civakê de ye an na. “
(NV/MB)