Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Parlamenterê CHPyê, Atîlla Sertelê ew îdia li parlamentoyê aniye ziman ku dibêjin li Girtîgeha Tîpa Rye ya Menemenê nexweşî belav bûye. Li gorî van îdiayan di heşt mehên dawiyê de 14 girtî ji ber nexweşiyê mirine.
“Zanyariyên gelekî tirsnak hatine ber destê min”
Sertelî derbarê vê mijarê de pirs li Abdulhamît Gul, Wezîrê Dadê kiriye û xwestiye bersivê bide. Sertelî ev pirs li Wezîrê Dadê kiriye:
“Hin zanyariyên gelekî tirsnak hatine ber destê min ku derbarê Girtîgeha Tîpa Ryê ya Menemenê de ye. Ji kapasîteya wê sê qat zêdetir girtî li vir tên girtin û girtî neçar dimîin li tiwalet û korîdoran razên. Tê gotin ku ji ber qerebalixê paqijî nabe, xwarinên xirab tên çêkirin û di encamê de nexweşî belav dibin. Niha jî qawîş xistine bin karantînayê. Divê Wezareta Dadê demildest dest bavêje vê mijarê û tedbîran bistîne.”
Sertelî wiha berdewam kiriye:
“Ji her deverên Tirkiyeyê gelek girtî xwe digihinin min. Pirsa wan a yekem ew e ku “wê kengî biryara efûyê derkeve. Paşê jî behsa şert û mercên xirab ên girtîgehan dikin. Hema hema hemû jî heman giliyan dikin.” (RT/FD)