Hevserokê Giştî yê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (HEDEP) Tuncer Bakirhan diyar kir ku Parlamenterê Agiriyê yê Partiya Aştî û Demokrasiyê (BDP) Halîl Aksoy hatiye girtin.
Bakirhan di parvekirina xwe ya li ser hesabê xwe yê medyaya civakî de wiha got: “Parlamenterê me yê serdema berê yê Agiriyê Halîl Aksoy, bi sedema cezayê girtinê yê teqez hate girtin û şandin Girtîgeha Metrîsê. Yên ku çete û kujeran bi lîstina hiqûqê diparêzin, bi hiqûqa dijminatiyê nêzî siyasetmedar û muxalîfan dibin. Em soz didin ku dê vê pergala rizî û bêedalet biguherînin. Aksoy 77 salî ye û pirsgirêkên wî yên giran ên tenduristiyê hene. Divê cezayê wî tavilê bê taloqkirin û bê berdan.”
8 sal û 9 meh cezayê girtîgehê yê kul i Parlamenterê berê Halîl Aksoy hatibû birîn piştî ku hat erêkirin, ew girtin û birin Girtîgeha Tîpa R ya Metrîsê.
(RT/AY)