Ji bo nûçeya Tirkî / Ingilîzî bitikîne
Parlamenterê Partiya Dad û Geşepêdanê (AKP) yê Baybûrtê Şahap Kavcioglû di Komisyona Plan û Budçeyê de di mijara budçeya Yekîtiya Ewropayê de axivî.
Kavcioglû Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bi wî tiştî sûcdar kir ku, di rapora xwe ya ji bo Yekîtiya Parlamenterên Awropayê de di mijarên rojnameger û akademisyenan de giliyê Tirkiyê li gel Ewropayê kiriye.
Kavcioglû wiha axivî:
“Hûn dibejin ku ‘akademisyen û rojnameger’. Binêrin gelo li vî welatî divê çi li wî/ê akademisyenî bê kirin ku gotineke wiha kiriye? Qirkirineke bi zanebûn û biplan. Ev akademisyen dibêje ku Tirkiyeyê qirkirin kiriye.
“Mafê ti akademisyenî îmze avêtiye bin vê belavokê nîne ku li Tirkiyeyê akademisyeniyê bike. Ne xwedî wî mafî ye ku dersê bide xwendekarên Tirkiyeyê.
“Ez jî akademisyen im. Wê Tirkiyeyê bi vê reş bike, wê bibêje Tirkiye qirkirin kiriye, qetlîam kiriye, îmzeyê bavêje binê wê. Vî tiştî bi kê re dike?
“Ma dibe îxaneteke wiha li dewletê bike? Li ti welatî mafê jiyanê jî nadin yek ji akademisyen, siyasetmedar û rojnamegerên ku îmze avêtine bin vê belavokê.”
Kurkçu û Paylanî bertek nîşan dan
Li ser gotinên Kavcioglûyî Parlamenterê HDPyê yê Îzmîrê Ertûgrûl Kurkçuyî got, “Baş e, em şikur dikin ku dijîn.”
Parlamenterê HDPyê yê Stenbolê Garo Paylanî jî wiha axivî: “Hûn bi vî mejiyî budçeyê nedin vê Wezaretê.” (EKN/FD)