Koordînasyona Pêvajoya Agahdariyê ya Partiya Çep a Kesk a Amedê, têkildarî tûra 2yemîn ya hilbijartina Serokomariyê ku wê di 28ê Gulanê de bê kirin civîna çapemeniyê li dar xist.
Li salona ku civîn lê hat lidarxistin pankarta bi kurdî û tirkî ya bi nivîsa "Deng bidin, sindoqan biparêzin, yek zilamî bişînin" hat daliqandin. Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan a Amedê Zeyyat Ceylan, Parlamentera Partiya Çep a Kesk a Amedê Ceylan Akça, Serhat Eren, Hevberdevkên Partiya Çep a Kesk a Amedê, Partiya Herêmên Demokratîk beşdarî civînê bûn. Di civînê de Hevserokê HDPê yê Amedê Zeyat Ceylan û Parlamenter Ceylan Akça axivîn.
“Hilbijartin di pêvajoyeke antîdemokratîk de pêk hat”
Hevserokê HDPê yê Amedê Zeyyat Ceylan, behsa pêvajoya 14ê Gulanê û amadekariyên ji bo 28ê Gulanê kir. Ceylanî di axaftina xwe de diyar kir ku pêvajoya hilbijartinê gelekî bi nîqaş û bi nakokî derbas bûye: “Em di pêvajoyeke antîdemokratîk de ketin nav xebatên hilbijartinê. Sîstema AKP-MHPê çiqas sazî û dezgehên dewletê hene, di hêla maddî û fizîkî de hêza dewletê ji xwe re kirin xizmeta hilbijartinê. Dîsa daxuyanî dabûn ku ewlekariya sindoqan ew ê di destê wan de be. Di encamê de ew hêza xwe çawa bikar anîn em tev dizanin. Partiya me, partiyên ku ji xwe re dibêjin em muxalefet in û dezgehên civaka sîvîl ji hêla xwe ve encama hilbijartinê û amadekariyên 28ê Gulanê ew ê binirxînin û analîzan bikin.”
“Ewlehiya sindoqan ji holê hate rakirin”
“Desthilatiya AKP-MHP, çawa ev pêvajo birêve birine, çawa bi sindoqan lîstine; mînak rayên YSPê ji xwe re nivisîn, operasyonên qirkirinên siyasî kirin, hû jî şahidin 20 roj berî hilbijartinê ji bo sazî û dezgehên YSPê çiqas operasyon hatin kirin. Di pêvajoya hilbijartinê de helbet lingê herî muhîm çapemenî ye. Ji bo çavdêrî û ewlehiya hilbijartinê ku heqîqetê bi civakê re parve bikin êrîşê çapemeniyê kirin. Wan xistin zindanan ku çapemenî nikaribe vê heqîqetê bi gel re parve bike. Gelek hiqûqnas û parêzer hem ên mafên mirovan hem ên siyaseta me hem jî ên bêalî hatin binçavkirin. ji bo ku ewlehiya sindoqan ji holê bê rakirin. Bi rastî jî ewlehiya sindoqan ji holê hate rakirin. Perwarsiziya AKPê û MHPê di vî pêvajoya hilbijartinê de tu sînor nas nekir û hilbijartin di van şert û mercan de hat lidarxistin. Em behsa heft salên borî ku faşîzma AKPê û MHPê çi anîne serê HDPê, YSPê û çi aniye serê Kurdan behs nakin. Civaka me tev dizanin, kedkarên çapemeniyê tev dizanin.”
“Kurd bi ser ketin”
Ceylanî anî ziman ku her çiqas encamên tûra yekemîn ne bi dilê wan be jî, tevî ewqas astengiyan zor û zehmetiyên hilbijartinê jî Erdogan têk çû û Kurd bi ser ketin. Ceylanî di dawiya axaftina xwe de ban li gel kir ku biçin ser sindoqan: “Dema em ev 7 salên faşîzma AKPê û MHPê didin ber çavan rastî em dikarin bibêjin HDP, YSP û Kurd bi ser ketin. Helbet hêlên me yên ku em rexne bikin hene, tevî rewşa neyînî xwestin ku HDPê û YSPê tasviye bikin, siyaseta wan ji holê rakin lê civakê misade nekir. Em li xwedîderketina gelê xwe re minetdar in.”
“Werin em mîlyonan îkna bikin û bişînin ser sindoqan”
“Em cardin bangewazî ji bo gelê xwe yê bi rûmet dikin ku hê vî karî neqediyaye, hê 6 roj li pêş me ye. Di van şeş rojan de em çi dikin bikin, em milyonan îkna bikin ku biçin ser sindoqan. Hê jî wê îmkanê di destê me de ye ku em vê faşîzma AKP û MHPê ji ser textê wî bînin xwarê. Em bangawaziya xwe dubare dikin, 28ê mehê em ê hem biçin ser sindokan û em ê sindokan biparêzin ku em ê xwedî li îradeya gelê xwe derkevin.”
“Em ê te nekin serok”
Parlamentera Partiya Çep a Kesk a Amedê Ceylan Akçayê jî diyar kir ku, tûra duyemîn a hilbijartinê li pêşiya wan e û got: "Çawa ku di sala 2015an de me ji Erdoganî re gotibû ‘Em ê te nekin serok’ em dîsa dibêjin. Em ê destûrê nedin te, Kurd dê rola xwe ya dîrokî pêk bînin.”
Akçayê, bang gel kir ku biçin ser sindoqan û dengê xwe bidin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Carinan xeberên qirêj ji aliyê hikûmetê ve tên kirin. Gotinên weke boykotê hene. Di rojeva partiya me de teqez tiştekî wiha tune ye. Ji bo tûra duyemîn em hemû gelê xwe vedixwînin ser sindoqan. Em ji Erdoganî re dibêjin ‘Em te careke din nakin serok’, ‘Em ê dîsa bi te bidin windakirin’ (RY/AY)