Parlamentera Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan(DEM Partî) a Amedê Sevilay Çelenk, li Girtîgeha Girtî ya Jinan a Bakirkoyê serdana girtiyên doza Geziyê Çîgdem Mater û Mine Ozerdenê kir.
Çelenkê duh (2ê Mijdarê) di daxuyaniya xwe ya li ser platforma medyaya civakî Xê de ev tişt anî ziman:
“Îro min li Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê serdana Çîgdem Mater û Mine Ozerdenê kir.
Li vî welatî bersiva ramana rexnegir, pirsiyarîkirin û têkoşîna mafan her tim girtîgeh bûye.
Ez dixwazim ev êdî bi dawî bibe. Divê demildest hevalên me bên tehliyekirin.”
(VC/AY)