Fotograf: TBMM
Parlamentera Partiya Çepên Kesk a Wanê Gulcan Kaçmaz Sayyigitê bi kurdî pêşniyaznameyek pêşkêşî Serokatiya Parlamentoyê kir.
Kaçmazê ji Serokatiya Parlamentoyê xwetiye pirsên wê yên derbarê perwerdeya bi zimanî kurdî de arasteyî Wezîrê Perwerdeya Netewî Yûsûf Tekînî bikin.
Parlamenter Kaçmazê di destpêka pêşniyaznameya xwe de diyar kir ku bi milyonon xwendevanan dest bi serdema perwerdeyê kirine, “Lê di vê heyamê de jî bi milyonan xwendekar ji perwerdehiya zimanê zikmakî bê par hatin hiştin. Lewra Kurdên li Tirkiyeyê ji mêj ve ji bo zimanê xwe yê zikmakî têdikoşin û li bendê ne ku Kurdî (Kurmancî, Kirmanckî) bibe zimanê fermî û perwerdehiyê. Lê mixabin ji avabûna komarê heta vê rojê bi awayekî resmî ji xeynî Tirkî tu ziman nehatin qebûlkirin û parastin.”
Gulcan Kaçmaz Sayyigitê bibîr xist ku li gorî Xala 42yem a Destûra Bingehîn perwerdeya bi zimanî dayikê qedexe ye û bi van gotinan dewam kir:
“Di çarçoveya birdoziya ‘yek ziman’ de hemû zimanên din hatin înkarkirin, li ser neteweyên din pergaleke asîmîlasyonê hat avakirin. Ji ber vê, li gorî raporên ÛNESCOyê li ser axa Tirkiyeyê 3 ziman tune bûn, herî kêm 15 ziman hê jî di bin xetereyê de ne. Ji wan yek jî, zaravaya kirmanckî ya kurdî ye.
“Her çiqas di jiyana rojanê de axaftina bi kurdî ne qedexe be jî, pêvojoya asîmîlasyonê didome. Lewra dîyar e ku dewlet îro ji bo parastin û pêşxistina zimanê zikmakî ne xwedî tu programekê ye. Berevajî parastina ziman, di nava çend salan de bi dehan navendên kurdî hatin girtin. Xebatên zimanê kurdî yên ji aliyê şarederiyan ve dihat kirin jî, bi destên qeyyûman hatin astengkirin. Ji xeynî vê, bi pêşketina teknolojî û firehbûna jiyana rojane, li ser zimanê zikmakî asîmîlasyon roj bi roj zêdetir dibe. Ji ber van sedeman, perwerdehiya bi zimanê kurdî dive demildest dest pê bike. Lewra ev yek êdî weke pêwîstiyeke zor girîng e. Li gorî lêkolînên dawîn, ji sedî 57,1 kes dîyar dike ku ji ber tunebûna dibistan û materyalên zimanî nikarîn bi kurdî biaxivin. Dîsa di encama lêkolinê de ji sedî 99,2 perwerdehiya bi kurdî daxwaz dike.
Hejmara kesên ders hilbijartin kêm bû
“Ji ber vê yekê, dersên kurdî (kurmancî, kirmanckî) yên bijarte cihê pêwîstiya perwerdehiya bi zimanê zikmakî teqez nagire. Ligel vê, dersên kurdî yên li dibistanan sal bi sal bi awayekî fiêlî hatin astengkirin, materyalên dersan nehatin tedarîkkirin, tayîna mamosteyên kurdî hatin kêmkirin. Ji ber van sedeman, li bajarên kurdan ku zimanê rojanê piranî bi kurdî ye, polên kurdî venebûn. Lewra li pêş tercîhkirina dersên kurdî ji aliye rêvebirên dibistanan astengî hatin derxistin, ji bo polên vebûn mamoste û pirtûk nehatin şandin.
"Lewma hêjmara xwendekarên ku dersên kurdî (kurmancî + kirmanckî) hilbijartibû ji 77 hezarî heta 26 hezarî ket. Ev jî nîşanî me dide ku perwerdehiya zimên, weke hilbijartî nabe û divê teqez bi Makezagonê were mîsogerkirin û ji pêşdibistanê heta zanîngahê mecbûrî be. Eger Hikumet dixwazê ku Makezagoneka nû ya sivîl û demokratîk nîqaş bike ev yek bêyî nîqaşa perwerdehiya bi kurdî nabe. Wezareta Perwerdehî ya neteweyî jî berpirsiyar e ku ji bo perwerdehiya bi zimanê zikmakî amadekarî bike.”
Parlamenter Gulcan Kaçmaz Sayyigitê ev pirs arasteyî Wezîrê Perwerdeya Netewî kir:
1 – Perwerdehiya bi zimanê kurdî ku di nava sînorên Tirkiyeyê de bi mîlyonan hemwelatiyên kurd dijîn, çima nayê qebûlkirin?
2- Gelo ji bo ku perwerdehiya bi zimanê kurdî were dayîn, tu xebatên ku wezareta we dike, hene?
3 – Ji bo rakirina astengên ku destûrê nadin perwerdehiya bi zimanê zikmakî tu plansazî heye? Gelo kêşeya zimanê zikmakî di rojeva Wezareta Perwerdehî ya Neteweyî de ye?
4- Hilbijartina dersa kurdî bi hincetên curbecur û li hin deran jî ji ber bêtehemuliyê tê astengkirin. Gelo ji bo ku pêşî li van astengkirinan werin girtin, tu tevdîrên we hene? Ev tevdîr çi ne?
5 – Heta niha dersên bijarte yên kurmancî û kirmanckî ji aliyê çend xwendakaran ve hat hilbijartin? Hêjmara xwenderên ku dersên kurmancî û kirmanckî hilbijartiye ji 2015an heta dîroka vê pêşniyazpirsê çi ye?
(FD)