Piştî ku Wezareta Karûbarên Navxweyî Şaredarên Bajarê Mezin ên Amed, Mêrdîn û Wanê ji wezîfeyê dûr xistiye û li şûna wan kayyûm bi cih kiriye, çalakiyên protestoyî berdewam dikin.
Li Mêrdîn, Amed û Wanê polîsan êrîş biriye ser çalakvanan. Parlamenter birîndar bûne û ew rakirine nexweşxaneyê. 6 rojnamegerên ku bûyer dişopandin, hatine desteserkirin.
Li Mêrdînê 3 parlamenter birîndar bûne
Çalakvan il Mêrdînê xwestine li ber avahiya Şaredariya Bajarê Mezin kom bibin. Polîsan bi bombeyên gazê û ava şid midaxele li wan kiriye.
Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê Tulay Hatimoğulları, Serpil Kemalbay û Pero Dundar, Parlamenterên HDPyê birîndar bûne û ew rakirine nexweşxaneyê.
Nûçegihanê Ajansa Mezopotamyayê Ahmet Kanbal û Mehmet Şah Oruç, nûçegihana Jinnewsê Rojda Aydin û rojnameger Nûrcan Yalçin û Halîme Parlak di dema şopandina bûyeran de hatine desteserkirin.
Amed
Beriya çalakiyên li Amedê ketina bajêr hatiye girtin ku wê saet di 11.00ê de daxuyaniya çapemeniyê bihata xwendin. Polîsan destûr nedaye ku li ber avahiya şaredariyê daxuyaniyê bidin çapemeniyê.
Beriya daxuyaniya çapemeniyê ya Sezaî Temellî, Hevserokê Giştî yê HDPyê, parlamenter û hevşaredaran, polîsan avahî Şaredariya Bajarê Mezin û derdora wê dorpêç kiriye.
Sezaî Temellî û kesên pê re xwestiye ber bi şaredariyê ve bimeşin lê polîsan destûr nedaye. Polîsan bi toma û ava şid midaxele li wan kiriye. Parlamenter Ayşe Acar Başaran û Feleknas Ûca birîndar bûne û ew rakirine nexweşxaneyê.
Polîsan midaxele li parlamenter Leyla Guven, Berdan Ozturk, Gulistan Kiliç Koçyigit, Semra Guzel, Remziye Tosûn û Feleknas Ûca kiriye ku xwestine li ber avahiya bajêr a HDPyê çalakiya rûniştinê pêk bînin.
Polîsan bi cop û mertalan parlamenter birîndar kiriye û Gulistan Kiliç Koçyigit û Semra Guzel bi ambulansan rakirine nexweşxaneyê.
Di vê demê de rojnameger Yelda Çiçekçi jî hatiye desteserkirin ku bûyer dişopand.
Van
Polîsan midaxele li çalakiya li Wanê jî kiriye. Girseyê xwestiye ji avahiya Partiyê ber bi Parka Feqiyê Teyran ve bimeşe lê polîsan bi cop, ava şid û xazê midaxele li wan kiriye. Di dema midaxeleyê de Şaredara Wanê ya ji wezîfeyê hatiye dûrxistin Bedia Ozgokçe Ertan, parlamenterê Agiriyê yê HDpyê Abdullah Koç û welatiyek birîndar bûye.
Piştî vê parlamenter Huda Kaya, Tayyip Temel, Mûrat Sarisaç, Dilan Dirayet Taşdemir, û endamên meclîsa şaredariyê dest bi çalakiya rûniştiniyê kiriye. Polisan midaxele li vê çalakiyê jî kiriye.
Li Wanê di dema midaxeleya polîsan de 30 kes hatine desteserkirin.
Li Stenbolê derb li hiqûqnas û parlamenter Ahmet Şikî dane
Li ber avahiya Edliyeya Stenbolê ya li Çaglayanê hiqûqnas û parlamenteran xwestiye biryara tayînkirina kayyûman protesto bikin.
Hevseroka Giştî ya Komeleya Mafên Mirovan (İHD) Eren Keskîn, parlamentera HDPyê Zuleyla Gulum, Mûsa Pîroglû, Fîlîz Kerestecîoglû, Ahmet Şik û Oya Ersoyê jî beşdarî çalakiyê bûne.
Polîsan xwestiye ku kom belav bibe û detûr nedaye daxuyaniyê bidin çapemeniyê. Polîsan midaxele li çalakiyê kiriye u derbe li hiqûqnas û parlamenteran daye.
Çi bûbû?Wezareta Karûbarên Hundir bi sedema ku lêpirsînname ji bo wan hatine amadekirin, Şaredarê Bajarê Mezin ê Amed, Mêrdîn û Wanê ji wezîfeyê dûr xistiye.Wezaretê di daxuyaniya xwe de gotiye ku Şaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Selçuk Mizrakli, Şaredarê Bajarê Mezin ê Mêrdînê Ahmet Turk û Şaredara Bajarê Mezin a Wanê Bedîa Ozgökçe Ertan ji wezîfeyê hatiye dûrxistin. Bixwîne - Wezareta Navxweyî: Li 29 bajaran 418 kes hatine desteserkirin Li şûna Mizrakliyî Waliyê Amedê Hasan Basri Guzeloglu, li şûna Turkî Waliyê Mêrdînê Mûstafa Yaman û li şûna Ertanê jî Waliyê Wanê Mehmet Emin Bilmez weke kayum hatine tayînkirin. Bixwîne - "Îradeya demokratîk hatiye kuştin" Li gorî nûçeya Ajansa Anadolûyê, ji ber ku 9 lêpirsînname ji bo Mizrakliyî, 6 lêpirsînname ji bo Turkî u 7 lêpirsînname jî ji bo Ertanê hatine amadekirin û li dadgehên cezayê giran dadkirin berdewam dikin, ji wezîfeyê hatine standin. |
(HA/AO/DB/EMK/FD)
* Çavkanî û Fotograf: Ajansa Mezopotamyayê