Di çalakiyê de Komeleya Parastina Jîngehê ya Wanê (Van ÇEV-DER), Platforma Ekolojiyê ya Zîlanê, Platforma Jîngehê ya Zortulê, Platforma Jîngehê ya Tirkiyeyê (TURÇEP), Hevserokê DEM Partî ya Erdîşê Mahmut Pala, Komeleya Lêkolînên Çand, Ziman û Hunerê ARSÎSA, endamên rêveberiya wê ya Erdîşê û nûnerên rêxistinên civaka sivîl beşdar bûn.
"Zîlan axa birîndar e"
Beşdaran pankarta ku li ser wê “Zîlan axa birîndar e, em rê nadin talankirina wê û pêşkêşkirina wê ji bo madenan” hatibû nivîsandin vekirin. Li ser pankartê herwiha peyamên “Zîlan bila azad bihereke, xweza û mirov bila bijîn” û “Zîlanê biparêze, xwezayê biparêze” hatin dayîn.
Daxuyaniya çapemeniyê li ser navê Platforma Jîngeh û Ekolojiyê ya Mezopotamyayê ji aliyê Mirbahattin Demir ve hate xwendin. Demir got ku ew ne li dijî çandinî, hilberîn û projeyên avdanê ne lê li dijî awayê ku proje niha tê meşandin û zirara ku dide xwezayê ne.
“Em li dijî çandinî, hilberîn û projeyên nûjen ên avdanê nînin. Berovajî, em piştgiriyê didin her projeya ku pêşketina herêmê xurt dike, barê cotkaran sivik dike û xerckirina bêhewce ya avê kêm dike. Lê ev proje bi awayê ku niha tê meşandin û bi hilbijartina rêya şaş, ji projeyeke avdanê veguheriye wêrankirina ekolojîk.”
“Rêyên ku hatine guhertin divê bikevin pêvajoya nirxandina jîngehê”
Demir anî ziman ku proje bi sedema ku beriya rêziknameya sala 1993an hatibû pejirandin, ji pêvajoya Nirxandina Bandora Jîngehê hatibû derxistin û di sala 2016an de hate îhalekirin. Wî got ku di nav salên derbasbûyî de proje gelek caran hatiye guhertin û rêyên nû hatine destnîşankirin.
Demir bal kişand ser Kanyona Koçkopriyê ya Zîlanê û Şelaleya Ducane û got ku bandora herî giran a xebatan li van deveran tê dîtin. Wî got ku kanyon bi cihêrengiya zindî ya xwe, çûk, heywanên çolê û bi taybetî samûrên avê re qadeke girîng a jiyanê ye.
“Ev kanyon ne tenê ji kevir, ax û avê pêk tê. Ji bo gelek cureyên zindiyan warê jiyanê ye. Wêrankirina vê qadê tê wateya têkbirina mala van zindiyan.”
“Berî biryara dadgehê divê destwerdana nayê vegerandin neyê kirin”
Demir da zanîn ku li dijî xebatan li Dadgeha Îdarî ya 4emîn a Wanê doz hatiye vekirin û daxwaza rawestandina pêkanînê hîn di pêvajoya nirxandinê de ye. Wî got ku tevî ku pêvajoya hiqûqî berdewam dike, makîneyên giran hatine xistin nav kanyonê û xebat hatiye domandin.
“Ger piştî wêrankirina qadê biryarek ji dadgehê derkeve, wê biryar nikare kanyona ku hatiye têkbirin vegerîne halê berê. Ji ber vê yekê divê heta encama pêvajoya hiqûqî destwerdanên nayên vegerandin bên rawestandin.”
“Heke rêya din heye, çima kanyon tê hilbijartin?”
Demir bang li Desteya Karûbarên Avê ya Dewletê (DSÎ) û saziyên têkildar kir ku alternatîfên din ên projeyê vekolînin. Wî got ku li nêzî Bendava Koçkopriyê avahiyeke heyî ya pompakirinê heye û pirsî ku çima li şûna bikaranîna vê avahiyê, ji Bendava Morgedikê bi xetek nêzî 30 kîlometre av tê anîn.
“Heke avdan dikare bêyî ku kanyon were birîn bi rêyeke din were meşandin, çima rêya ku di dilê kanyonê re derbas dibe tê hilbijartin? Sedema vê israrê divê bi zelalî ji raya giştî re were ragihandin.”
Kalçık: “Dikare hem ava cotkaran hem jî kanyon were parastin”
Piştî daxuyaniya Demir, Sekreterê Giştî yê Platforma Jîngehê ya Tirkiyeyê (TURÇEP) Ali Kalçık axivî.
“Pêşî em vê yekê bi zelalî dibêjin: Em ne li dijî avdana çandiniyê û gihîştina cotkaran bi avê ne. Di şertên krîza avhewa û ziwabûnê de em parastina avê û bikaranîna wê ya bikêrhatî û dadperwerane diparêzin. Heke rêyek alternatîf, avahiyeke heyî an çareseriyeke teknîkî ya ku zirara kêmtir dide xwezayê hebe, divê pêşî ew bi awayekî zanistî were nirxandin. Kanyona Koçkopriyê bi riwekên xwe, çûkên xwe, jiyana çolê û çavkaniyên avê re ekosîstemeke yekpare ye.”
Kalçık di dawiya axaftina xwe de bang li DSÎ û hemû saziyên têkildar kir:
“Guh bidin dengê zanistê. Alternatîfan binirxînin. Rêzê li pêvajoya hiqûqî bigirin. Xebatên ku dikarin li kanyonê zirareke nayê vegerandin biafirînin rawestînin. Dikare hem ava cotkaran, hem hilberîna çandiniyê û hem jî Kanyona Koçkopriyê ya Zîlanê were parastin. Xweza mala hevpar a hemû zindiyan e.”
(FY)



