Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
4em Dadweriya Ceza û Silhê ya Enqereyê qedexe daniye ser Tamer Doganî ku parêzeriya Max Zirngas, rojnamegerê Avûstûryayî, Hatîce Goz û Mîthatcan Turetkenî bike. Dogan bi awayekî fermî parêzerê van her sê navan Bû.e.
Max Zirngast, rojnamegerê Avûstûryayî, Mîthatcan Turetken û Hatîce Goz, endamên Meclîsa Avakar a Partiya Azadiya Civakî 12ê Îlonê hatibûn desteserkirin. 20ê Îlonê jî bi tohmeta ku “endamên rêxistina terorê ya çekdar in” hatibûn girtin.
Doganî derbarê biryarê de li ser hesabê xwe yê Twitterê gotiye; “Mafê parastina muwekilên me hatiye astengkirin.” Her weha diyar kiriye ku ew ê li dijî vê biryarê derkeve.
Doza li ser parêzeran bûye hincet
Serdozgeriya Komarî ya Enqereyê, doza 18ê Îlonê ya li 14em Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê hatiye dîtin û Dogan tê de hatiye dadkirin, weke sedema biryara qedexeyê nîşan daye. Serdozgeriyê ji Dadweriyê xwestiye ku biryara qedexeyê bidin. Dadweriyê jî ev biryar qebûl kiriye û ji bo salekê biryara qedexeyê daniye ser Doganî.
Adara 2016ê li dijî parêzerên ku endamên Komeleya Hiqûqnasên Azadîxwaz bûne, operasyon çêbûbû. Polîsan wê rojê saetên sibê girtibûn ser malên 31 parêzeran ku Tamer Dogan jî yek ji wan bû. Dogan û parêzerên din bi tohmeta ku “endamên PKKyê ne û propagandaya wê dikin” hatibûn desteserkirin. Piştî ew derxistibûn dadgehê, serbest hatibûn berdan.
Li gorî Xala 151/3-4 a Qanûna Darazî ya Cezayan, heke parêzerek ji ber Xala 314ê ya Qanûna Cezayan a Tirkan (TCK) rastî lêpirsînê were, dibe ku biryara qedexeya parêzeriyê ji bo wî bê standin. (BK/FD)