Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Polîsan ji beriya neh rojan rojnamegerên Omer Çelîk, Metîn Yoksu û Derya Okatan desteser kiribûn, rojnameger neh roj in ku desteserkirî ne.
Ji bo Dadgeriya Dadgeha Stenbolê îtiraz hat dayin ku rojnamegerên desteserkirî serbest bêne berdan.
Delîlên berbiçav nînin, teblîxat nehatiye dayin
Parêzerên rojnamegerên navborî, Ozcan Kiliçî di daxwaznameya xwe de eşkere kir ku
*Polîsên ku rojnameger desteser kirine, derb li wan dane û rûmeta wan û malbata wan binpê kiriye.
*Ji bo lêgerîn, desteserkirin û girtinê ti teblîxat nehatine dayin.
*Pênç rojan destûr nehat dayin ku ew parêzerên xwe bibînin. Ev yek li dijî AIHSyê ye.
*Ti delîlên sûcekê eşkere bikin nehatine dîtin.
Çi bûbû?
Di 29ê Çiriya Pêşiyê de Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê(DIHA) bi Biryarnameya di Hikmê Qanûnan de ya 675ê hat girtin.
Polîsan midûrê DIHAyê Omer Çelîk, nûçegihanê DIHAyê Metîn Yoksu, nûçagihana Dîkenê Tunca Ogreten, berpirsê mûhasebeya rojnameya BîrGûnê, Mahîr Kanaat di 25ê Kanûna Pêşiyê de hatibûn desteserkirin.
Lêpirsîn wek lêpirsîneka nehênî hatibû eşkerekirin. (EA/MB)