Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Parêzer Erdal Kûzûyî daxwaz kiriye ku bila heyeta dadgehê bang li Mehmet Eymur, Serokê Beşa Kontrterorê yê kevn yê MITê bike û li wî guhdar bike.
Li gorî nûçeya Ahmet Kanbalî ya di ajansa Mezopotamyayê de hatiye weşandin, Erdal Kûzûyî li ser navê Komeleya Mafên Mirovan (IHD) ev daxwaz pêşkêş kiriye.
Kûzûyî daxwazname pêşkêşî Serdozgeriya Komarî ya Mêrdînê kiriye û tê de wiha nivîsiye: “Em dixwazin di wê lêpirsînê de li Mehmet Eymur, rayedarê berê yê MITê guhdar bikin ku ji bo welatiyên li Midyatê di navbera salên 1992-1996an de JITEMê ew winda kirine û kuştine.”
Erdal Kûzû parêzerê doza JITEMa Qoserê bû ku li 5em Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê ew dadgehkirin pêk hatibû. Di encama dadgehkirinê de dadgehê ji ber sedema “dema qanûnî ya dozê” derbaz bûye, biryara beraetê ji bo hemû bersûcan dabû.
Kûzûyî piştî wan daxuyaniyên Eymurî ev daxwaz ji dadgehê kiriye ku daxuyaniyên Eymurî derbarê kesên JITEMê ew kuştine, yên “failên wan nediyar” û yên di dema desteserkirinê de bidarê zorê hatine windakirin.
Derbarê lêpirsîna JITEMê ya Midyatê de
Şehmûr Eroglû, Husnî Çankaya, Nîhat Aydogan, Abdullatîf Şahîn û Tevfîk Ay di navbera salên 1994 û 1996an de li Midyatê, navçeya Mêrdînhe hatibûn windakirin. Mehmet Emîn Altûg, Şukru Demîr, Hiznî Bîlmen û Abdulkadîr Demîr jî piştî ku Qedeqola Cenderemyan a Midyatê ew di 14ê Gulana 1995an de desteser kiribûn, hatibûn windakirin. Ji bo aqûbeta van kesan were zanîn, di sala 2009an de parêzeran serî li Serdozgeriya Komarî ya Amedê dabû.
Serdozgeriyê di 30ê Kanûna Paşiyê ya 2012an de lêpirsînek dabû destpêkirin. Lê di sala 2014an de Serdozgeriya Komarî ya Amedê gotibû “ev ne erka me ye” û dosye şandibû Serdozgeriya Komarî ya Midyatê.
Serdozgeriya Komarî ya Midyatê fezlekeyek amade kiribû û ji bo 9 kesên ku temenê wan di navbera 60 û 70yî de ye gotibû, “dibe çûne çiyê û beşdarî nava rêxistinê bûne.”
Serdozgeriyê di biryara xwe de biryara “peyneketinê” ya ji bo Fermandarê Cendermeyan ê Midyatê Hîlmî Kahraman, binefser Mehmet Ziya Odabaş, Metîn Çetîn, Mûrat Sevîm û Adem Kiliçî hatibû dayîn, bibîr xistibû.
Serdozgeriya Komarî ya Midyatê jî di sala 2020an de gotibû “ev ne erka me ye” û dosye şandibû Serdozgeriya Komarî ya Mêrdînê.
Ji wê rojê û vir ve ti gav nehatine avêtin. (AS/FD)