Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Biroya Hiqûqê ya Sedsalê aşkere kiriye ku ev 8 meh in ti agahiyê ji Rêberê PKKyê, Abdullah Ocalan û Omer Hayrî Konar, Hamilî Yildirim û Veysî Aktaşî nagirin ku li Girtîgeha Tîpa Fyê ya Îmraliyê ya ewlehiya wê bilind e tên girtin. Biroyê ji bo bikevin nava hewldanan serî li baroyan û rêxistinên mafparêz daye.
Biroya Hiqûqê ya Sedsalê li ser hesabê xwe yê Twitterê daxuyaniyek weşandiye. Parêzeran diyar kiriye ku wan ji bo vî tiştî serî li van saziyan daye:
“Komeleya Civaka Sivîl a di Sîstema Bicihanîna Cezayan de (CISST), Komeleya Hiqûqnasên Hemdem (ÇHD), Komeleya Şopandinê ya ji bo Mafên Wekhev (ESHID), Navenda Bîrê, Komeleya Mafên Mirovan (IHD), Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD), Weqfa Lêkolînên Civakî û Hiqûqî (TOHAV), Yekîtiya Doktorên Tirkan (TTB), Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (TIHV) û Rêxistina Efûyê ya Navnetewî”.
Bixwîne - Biroya Hiqûqê ya Sedsalê: 8 meh in agahî ji Îmraliyê nayê standin
Parêzeran her weha gotiye, berpirsiyariya baroyan heye ku serweriya hiqûqê û mafên mirovan biparêzin û van têgehan pêk bînin û wan ji bo vî tiştî bang li 28 baroyan, her weha li Yekîtiya Baroyan a Tirkiyeyê (TTB) kiriye. Baroyên ku Biroya Hiqûqê ya Sedsalê bang li wan kiriye, ev in:
Yekitiya Baroyên Tirkiyeyê (TBB) û baroya Edene, Semsûr, Enqere, Antalya, Êlih, Çewlik, Bedlîs, Bûrsa, Dêrsim, Amed, Edîrne, Xarpêt, Erzirom, Eskîşehîr, Dîlok, Colemêrg, Stenbol, Îzmîr, Qers, Mêrdîn, Mêrsîn, Mûş, Sêrt, Şirnex, Riha, Tekîrdag, Trabzon û Wanê.
Serî li Wezareta Dadê û saziyên peywendîdar dabûn
Biroy Hiqûqê ya Sedsalê bi daxwaza ku bikaribin agahiyê ji Ocalan û miwekilên xwe yên din werbigirin û bikaribin hevdîtinê bi wan re bikin, du roj berê (24ê Çiriya Paşiyê) serî li Wezareta Dadê, Midûriyeta Giştî ya Girtîgehan û Serokatiya Beşa Mafên Mirovan dabû.
Her weha ji Komîsyona Lêkolîna Mafên Mirovan a Parlamentoyê jî xwestibû ku li Girtîgeha Îmraliyê lêkolînê bike û ji bo ev rewş bidawî bibe, hewl bide.
Herî dawî di 7ê Tebaxa 2019an de hevdîtin pêk hatibû
Abdullah Oclan 22 sal in ku li Girtîgeha Îmraliyê tê girtin. Parêzeran herî dawî di 7ê Tebaxa 2019an de ew dîtibûn.
Piştî vê hevdîtinê, parêzeran bi dehan caran daxwaza hevdîtinê kirine. Lê rayedaran ne êrênî ne jî neyênî ti bersiv nedane parêzeran. (KÖ/FD)