Fotograf: Emrah Yorulmaz / AA
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Parêzerên malbata Hrant Dinkî li dijî biryara heyeta Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê ya 14an derketine û serî li dadgeheke bilindtir dane.
Heyeta Dadgehê di danişîna 131an de biryara xwe dabû.
Bixwîne - Di doza Hrant Dînkî de dadgehê biryar da
Parêzerên malbatê gotine ku biryara dadgehê ya di doza kuştina Hrant Dinkî de kêm û şaş û di 1ê Nîsana 2021ê de ji bo ji Daîreya Edliyeyê ya Herêmî ya Stenbolê re bişîne, daxwaznameya xwe pêşkêşî Dadgeha Cezayê Giran a 14an kirine.
Li gorî nûçeya rojnameya Agosê, parêzeran di daxwaznameyê de wiha gotine: “Ji ber ku Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê a 14an di 26ê Adara 2021ê de li şûna ceza bida wan beşek ji bersûcan bereat kiriye û ji bo hinekan jî bi sedema dem di ser re boriye doza wan xistiye, cezayekî hindik daye beşek ji bersûcan û digel ku di dema dadgehkirinê de me xwestibû delîl werin komkirin lê hemû delîl nehatibûn komkirin, biryara Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê a 14an şaş û li dijî hiqûqê ye.”
Di daxwaznameyê de her weha hatiye gotin ku ew li dijî tevahiya biryara hejmar 2016/32 E. Ya dadgeha navborî derdikevin. (HA/FD)