Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Navenda Mafên Jinan a Baroya Amedê bi boneya 8ê Adarê Roja Jinên Cîhanê kovarekî dijîtal a bi navê “FanJin” weşandine. Di kovarê de nivîs, helbest û xebatên wêneyî yên parêzerên jin cîh digirin.
Tê çaverêkirin ku kovar wê di demên pêş de bi awayekî berfirehtir were weşandin. Parêzerên jin gotine, “Di 8ê Adarê Roja Jinên Cîhanê de me keda xwe şênber kirin û di vê fanzînê de em hatin gel hev.”
Di danezana FanJinê de weha hatiye gotin:
"Bi parvekirina hîs, ezmûn, hesret, kêfxweşî û daxwazên xwe re me noteke din li dîrokê nivîsî. Heta ku sîstema baviksalariyê cihê xwe li ser refên bi toz negire, em liv ir in, li her derê ne!"
"Dema ku me ev xebat berhem anî, me hêza xwe careke din hîs kir; Em dixwazin ku hûn jî bixwînin bihêztir bibin."
(SO/AY)