Parêzerên feminîst doza Nevîn Yildirimê biriye Dadgeha Destûrî
![Parêzerên feminîst doza Nevîn Yildirimê biriye Dadgeha Destûrî](https://static.bianet.org/system/uploads/1/articles/spot_image/000/244/231/original/nevin1020_-_Kopya.jpeg)
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Parêzerên Feminîst ji bo Nevîn Yildirimê serî li Dadgeha Destûra Bingehîn daye. Nevîn Yildirimê di sala 2012an de li Ispartayê Nurettin Gider kuştibû ku Giderî êrîşa zayendî ya sîstematîk lê dikir.
Parêzeran li ser hesabên xwe yên medyaya civakî daxuyaniyek weşandiye û gotiye ku wan ji bo Nevîn Yildirimê serî li Dadgeha Destûra Bingehîn daye:
“Em ji bîr nekin ku Nevîn hîna li me dinêre… 8 sal û 8 meh û 19 roj di ser girtina Nevin Yildirimê re boriye. Dosyeya wê ji 28ê Çiriya Paşiyê ya 2019an û vir ve li ber destê Lijneya Giştî ya Cezayan a Dadgeha Bilind e, ne nidar e ku wê kengî dor were wê. Piştî ku serlêdanên me bêencam ban, me îro (17ê Gulana 2021ê) serî li Dadgeha Destûra Bingehîn da.”
Yildirim di Adara 2018an de li dadgeha herêmî careke din hadibû dadgehkirin. Heyeta dadgehê cezayê miebetê lê birî bû û cezayê wê kêm nekiribû. Daîreya Cezayan a 1em a Dadgeha Bilind li Enqereyê daxwaza temyîzê ya Yildirimê nirxandibû û bi pirdengî ew cezayê lê hatiye birîn, pesend kiribû. Dadwera jin li dijî biryarê deng dabû.
Çi bûbû?
Nevîn Yildirimê di 28ê Tebaxa 2012yan de li Gundê Korukaya yê Yalvaçê, navçeya Ispartayê Nurettin Gider bi sedema ku gelek caran êrîşa zayendî lê kiribû, kuştibû. Yildirim heman rojê hatibû desteserkirin û piştî bi rojekê ew xistibûn Girtîgeha Tîpa Eyê ya Ispartayê.
Dadgeha Cezayê Giran a Yalvaçê di 25ê Kanûna Paşiyê ya 2015an de cezayê miebetê li Yildirimê birî bû.
Parêzerên Yildirimê dosyeya wê biribûn ber destê Dadgeha Bilind. Dadgeha Bilind di 14ê Îlona 2017an de dosyeya wê nirxandibû. Dadgehê gotibû ku di bicihanîna rêzikan de kêmasî heye û divê Yildirim careke din were dadgehkirin. Di 23ê Adara 2019an de lêkolîna temyîzê dibawî bûbû biryar hatibû pesendkirin. (EMK/FD)
RAPORA TUNDKARIYA MÊRAN HEZÎRAN 2024
Mêran di Hezîranê de 34 jin kuştin
![Mêran di Hezîranê de 34 jin kuştin](https://static.bianet.org/haber/2024/07/02/erkekler-haziranda-34-kadini-oldurdu.jpg)
RAPORA TUNDKARIYA MÊRAN GULAN 2024
Mêran di Gulanê de 40 jin kuştin
![Mêran di Gulanê de 40 jin kuştin](https://static.bianet.org/haber/2024/06/06/men-killed-40-women-in-may.jpg)
RAPORA TUNDKARIYA MÊRAN NÎSAN 2024
Mêran di Nîsanê de 24 jin kuştin
![Mêran di Nîsanê de 24 jin kuştin](https://static.bianet.org/haber/2024/05/07/erkekler-nisanda-30-kadini-oldurdu.jpg)
Polîsan gaz û guleyên plastîk li karkeran reşand: Komîteya Amadekar çalakî bi dawî kir
![Polîsan gaz û guleyên plastîk li karkeran reşand: Komîteya Amadekar çalakî bi dawî kir](https://static.bianet.org/haber/2024/05/01/emek-meslek-orgutleri-sarachane-den-taksim-meydani-na-yuruyecek.jpg)
RAPORA TUNDKARIYA MÊRAN ADAR 2024
Mêran di Adarê de 24 jin kuştin
![Mêran di Adarê de 24 jin kuştin](https://static.bianet.org/haber/2024/04/03/erkekler-martta-24-kadini-oldurdu.jpg)