Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Parêzerên Selahattîn Demîrtaş, Hevserokê Giştî yê berê yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) derbarê biryara girtina Demîrtaşî de daxuyaniyek dane çapemeniyê. 1em Dadweriya Ceza û Aştiyê ya Enqereyê roja 20ê Îlonê biryar dabû ku Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Demîrtaş, Hevseroka Giştî ya berê ya HDPyê careke din werin girtin.
Civîna çapemeniyê li Baroya Amedê pêk hatiye û Mehmet Emîn Aktar, Mesût Beştaş, Aygul Demîrtaş û Mahsûnî Karaman beşdarî lê kirine.
Dozger derbarê Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yê berê Selahattin Demirtaşî de bi îdîaya “Rêxistin ava kiriye û bi rêve biriye", “Propagandeya rêxistinê kiriye" û “Pesnê sûc û sûcdaran daye” heta daxwaza 142 salan cezayê girtinê kiribû. Li 19emîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê doz vekiribû. Piştî 3 salan Demîrtaş girtî hatibû darizandin, heyetê derbarê wî de biryara tahliyeyê dabû. Lê piştî biryarê dîsa derbarê Demîrtaş û Fîgen Yuksekdagî de biryara girtinê dabûn.
Mehmet Emîn Aktaş, parezerê Demîrtaşî, diyar kiriye ku ew bi zordariya mekanîzmaya darazê re rû bi rû ne û wiha gotiye: "Demirtaş ji dosyayek ku qet şik û guman tê de nîne hatiye girtin. Tu tiştek nikare vê terîf bike. Serokomarê Berê Demîrelî digot 'Em ne dewleta konan in. Em dewleta hiqûqê ne’. Ez jî dibêjim xwezî hûn dewleta konan bûna. Ji ber ku kevneşopiyek dewleta konan heye. Wê kevneşopiya xwe dixe meriyetê. Lê desthilatdariya îro li gorî tu rêbaz û rêgezan tev nagere. Em bi mekanizmaya darazê ya bê qaîde û wûralan re rû bi rû ne."
Mahsuni Karaman, li ser navê parêzerên Demîrtaşî ji daxuyanî xwendiye û diyar kiriye ku di serî de Demirtaş û Figen Yüksekdag, parlamenterên HDPyê îro wekî dîlgirtiyên siyasî ne û wiha got: "Ev rewşa darazê ya çiqas ketiye bin hikmê siyasetê nişan dide. Beriya danişîna Demîrtaşî ya li Daîreya Mezin a DMMEyê, di 2yê Îlonê de 19emîn Dadgeha Cezayên Giran a Enqereyê derbarê dosyayê de biryara tahliyeyê da. Di heman rojê de dîsa biryara girtinê dan."
Karamanî aniye ziman ku serdozgeriya Komarî ya Enqereyê "Bi zanebûn û bi xwestin daxuyaniyek derew" daye û erka xwe xerab bikar anîye. Karaman, diyar kiriye ku bi vê daxuyaniyê sûcek peyda kiriye, di ewraqan de sextekariyî kiriye û sûc kiriye.
Karamanî daye zanîn ku hêj derbarê Demirtaş û Yuksekdagê de dozên berdewam dikin hene û ji ber sûcdariyên cuda girtî ne û wiha got: "Di dosyaya Serdozgeriya Komarî ya Enqereyê ya hêjmar 2014/146757'an de kesê gumanbar jî tune ye. Demirtaş û Yuksekdag li ser lêpirsîneke xeyalî girtî ne. Li ser lêpirsîneke li holê tuneye dosya derbarê wan de hatiye vekirin.
Karaman, destnîşan kir ku Serdozgerê Komarî yê Amedê derbarê Demirtaşî de ji 31 fezlekeyan dosyayeke lêpirsinê berhevkirî amade kiriye. Serdozgeriya Komarî ya Enqereyê di sala 2014an de dema bûyerên 6 û 8ê Çiriya Pêşiyê ev dosya kom kiriye. Li gel ku Demîrtaş ne gumanbar e bi lêpirsîna hêjmar 2014/146757'an hatiye girtin. Di wê dosyayê de heta 20ê Îlonê tu guhertin çênebûye. Birêz Demirtaş, tu carî di wê dosyayê de nebûye kesê şikdar. Ji ber ku Birêz Demirtaş, di heman demê de parlamenter bû, ji aliyê Buroya Lêpirsîna Sûcên Parlamenteran der barêwî de lêpirsîn û doz hatiye vekirin. Doz hêj li 19emîn Dadgeha Cezayên Giran a Enqereyê didome.
Karamanî, bang li Wezîrê Dadê û HSKyê kir û xwest ku derbarê Serdozgerê Komarê yên Enqereyê, dozgerê lepirsînê û dadgerê biryar daye de lêpirsîn vekin. Karamanî, aniye ziman ku Daireyea Mezin a Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê wê têkildarî mijarê biryarek hîn hişktir bide. (RT/FD)
Çavkanî: Ajansa Mezopotamyayê