Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Parêzerên Selahattîn Demîrtaşî, Hevserokê Kevin ê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) aşkere kirine ku ew ê îro beşdarî danişîna li 19em Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê nebin.
Parêzer Mahsûnî Karamanî ji bianetê ra got, ew amadekirayê ji bo danişîna li Daîreya Mezin a Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) ew amadekariyê dikin û ji ber wê ye ku wê ti parêzerek beşdarî danişîna li Enqereyê nebin.
Di encama vê biryarê de wê danişîna doza Demîrtaşî ya pêk neyê.
Karamanî diyar kir ku “Em ji bo danişîna li DMMEyê amadekariyê dikin”. Danişîn wê di 18ê Îlonê de li Strasbourgê pêk bê ku li gorî gotina Karamanî ew li bendî ne, piştî danişînê bi demeke kurt biryar aşkere bibe.
“Em li bendî ne ku biryara binpêkirinê dîsa derkeve”
DMMEyê biryara derbarê Demîrtaşî de roja 20ê Çiriya Paşiyê ya 2018ê aşkere kiribû.
Dadgehê biryar girtibû ku ji bo rewşa girtîtiyê ya demîrtaşî ji holê rake divê hemû tiştên hewce bên kirin. Demîrtaş 2 sal û nîv in ku li Girtîgeha Tîpa Fyê ya Edîrneyê girtî ye.
Benan Molû û Ramazan Demîr, parêzerên Demîrtaşî ji bianetê re gotibun, “Li gorî vê rewşê divê Demîrtaş demildest bê tehliyekirin.”
Lê 19em Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê biryara DMMEyê qebûl nekiribû û Demîrtaş tehliye nekiribû.
Parêzerên Demîrtaşî ji bo Daîreya Mezin a DMMEyê dosyayê careke din binirxîne 19ê Sibatê ya 2019ê serî li dadgehê dabû.
Hikûmetê jî dosya biribû ber destê Daîreya Mezin. Hikûmetê jî di daxwaznameya xwe de diyar kiribû ku divê biryara binpêkirinê ya DMMEyê dîsa bê nirxandin.
Di encama vê de dosya çûbû ber destê Daîreya Mezin.
Parêzer Karamanî diyar kir ku ew li bendî ne bi heman awayî biryara binpêkirina mafan derbikeve.
Daîreya Mezin wê nirxandinê li ser wî tiştî bike ku bê ka azadiya xweîfadekirinê, azadî û ewlehiya kesayetan, mafê hilbijartin û hilbijirînê hatiye binpêkirin an na. Di serlêdanê her weha hatibû diyarkirin ku pêvajoya hiqûqî bi sedemên siyasî hatiye birêvebirin.
Ji ber axavtinekê ceza lê hatibû birîn
Serdozgeriya Komarî ya Amedê, ji ber axavtina Demîrtaşî ya 20ê Kanûna Pêşiyê ya 2005an di kanaleke televizyonekê de kiribû, îdianame amade kiribû. Dozgerî îdia kiribû ku Demîrtaşî “propagandaya rêxistinê kiriye”.
Demîrtaş wê demê Serokê Komeleya Mafên Mirovan (İHD) ê Amedê û Berdevkê Platforma Demokratîk a Amedê bûye.
28ê Îlona 2010an, 5em Dadgeha Cezayê Giran a Amedê 10 meh cezayê girtinê li Demîrtaşî birî bû, lê cezayê wî hatibû taloqkirin.
Dadgeha Bilind jî ev biryar pesend kiribû. Demîrtaşî serî li DMMEyê dabû. (AS/FD)