Ferzkirina lêgerînê ya li dijî Hevserokê Giştî yê berê yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Selahattîn Demîrtaş ku bi fermana Wezareta Dadê hatibû destpêkirin, bi dawî bû.
Demirtaş duh (13ê Adarê) dema ji bo hevdîtinê derdikeve, gardiyanan jê xwestibû ku pêlavên xwe derxe.
Li ser vê yekê Demîrtaş ragihand ku ew ê derneke hevdîtinên bi malbat, parlementer û parêzerên xwe re.
Parêzerên Demîrtaş û DEM Partiyê bi Wezareta Dadê re hevdîtin pêk anîn.
Parêzerê Demîrtaş ragihand: Wê Demîrtaş dernekeve hevdîtinan
Piştî hevdîtinan yek ji parêzerên Demîrtaş Ramazan Demîr li ser hesabê xwe yê medyaya civakî ragihand ku sipartina derxistina pêlavan hat bi dawî kirin.
Di daxuyaniya ku îmzeya "Koma Parastinê ya Demirtaş" li bine de wiha hat gotin:
Bêhiqûqiya sipartina derxistina pêlavan a ku beriya û piştî hevdîtina bi parêzeran re li muwekîlê me birêz Selahattîn Demîrtaş hatibû ferzkirin, di encama hevdîtinan de bi dawî bû.
"Em ji ber hesasiyetên ji bo mijarê hat nîşandan û piştgiriya ku hat kirin spasiya her kesî dikin û silavên muwekîlê xwe birêz Demîrtaş radigihînin."
(RT/AY)