Ji bo nûçeya Tirkî / İngilîzî bitikîne
Duh parêzerên Komeleya Hiqûqnasên Hemdem (ÇHD) ên şaxê Îzmîrê biribûn Edliyeya Îzmîrê û piştî îfadedayinê îro serbest man.
Parêzer Nergîz Tûba Aslan, Şûla Arslan Hizal, Yemen Cankan, Emel Dîrîl, Dînçer Çalim û Bahattîn Ozdemîr 27ê Çiriya Pêşiyê di encama serdegirtinên mal û ofisên wan de hatibûn desteserkirin. Ji bo parêzer Alîhan Pîlafî jî biryara zeftkirinê hatibû standin.
Parêzer 4 rojan li Midûriyeta Emniyetê ya Îzmîrê hatibûn girtin û duh sibê ew biribûn edliyeyê.
Piştî jêpirsîna wan a li Dadweriya Ceza ya Sulhê, di encama biryara vê sibê de Bahattin Ozdemîr bi şertê qedexeya derketina derve û mehê carekê îmzeyê bide, Emel Dîril jî bi şertê qedexeya derketina derve serbest ma.
4 parêzerên din jî piştî îfadeya li Serdozgeriya Komarî ya Îzmîrê bêyî ku biryara şertê kontrola edlî ji bo wan bistînin, serbest man.
Doza Somayê dişopandin
Parêzer di 27ê Çiriya Pêşiyê de hatibûn desteserkirin. 5emîn Dadweriya Ceza ya Sulhê derbarê lêpirsînê de biryara sînordarkirinê standibû.
Di biryara Dadweriyê de nivîsa “weke ku di zabitnameyên tespîtê yên înternetê, zabitnameyên lêkolînê û nivîsên fermî yên yekeyên fermî de bihurgilî û bi delîlên berbiçav, derbarê propagandeya Eniya Partiya Rizgariya Gel a Şoreşger (DHKP-C) û Partiya Komunîst a Kedkad a Tirkiyeyê/Lenînîst (TKEP/L)…” hatibû nivîsandin.
Parêzer Yeşîlî gotibû ku parêzerên operasyon li ser wan hatine kirin doza Somayê ji nêz ve dişopadin.
Komele hatibû girtin
Komeleya Hiqûqnasên Hemdem (ÇHD) bi Biryarnameya di Hukmê Qanûnê de ya hejmar 677ê ya di çarçoveya Rewşa Awarte de hatibû weşandin, 22yê Çiriya Paşiyê ya 2016yê hatibû girtin ku di heman demê 375 komele û 9 saziyên medyayê jî hatibûn girtin.
14 parêzerên Nuriye Gülmen û Semih Özakçayî beriya daneşîna wan bi rojekê hatibûn girtin ku parêzerên ÇHD yên şaxên Stenbol û Enqereyê û yên Buroya Hiqûqê ya Gel jî di nav wan de bûn.
Didem Baydar, Şükriye Erden, Ayşegül Çağatay, Ebru Timtik, Aytaç Ünsal, Zehra Özdemir, Yağmur Ereren, Engin Gökoğlu, Süleyman Gökten, Aycan Çiçek, Naciye Demir, Behiç Aşçı, Barkın Timtik û Özgür Yılmaz ji 21ê Îlonê heta niha girtî ne. Her wiha parêzerek stajyer jî girtî ye.
Du roj berê jî Özlem Gümüştaş û Sezin Uçar parêzerên Buroya Hiqûqê ya Bindestan beriya daneşîna doza Pirsûsê hatibûn girtin. (AS/FD)