Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Danişîna 4an a kuştina Alî el Hemdaniyê suriyeyî li Dadgeha Cezayê Giran a 9an a Edeneyê dewam kiriye.
Li Seyhanê, navçeya Edeneyê di Nîsana 2020an de piştî kontrola nasnemeya el Hemdaniyê 17 salî yê karkerê tesktîlê, polîsê bi navê F.K. gule bera wî dabû. Gule li dilê El Hemdanî ketibû û can dabû.
Parêzerê polîsî di paraznameya xwe de gotiye, “Miwekilê me roja bûyerê bi rojî bû, maske li ber devê wî bû û nexweşê epîlepsiyê ye.”
Rêxistina Efûyê ya Tirkiyeyê jî danişîn şopandiye û derbarê dozê de li ser hesabê xwe yê fermî derbarê pêşveçûna dozê de zanyarî nivîsandine.
Diviya bû ku doz saet di 11.00ê de destpê bike lê ji ber pirsgirêka di sîstema deng û dîmenan de (SEGBIS) di 14.00ê de destpê kiriye. Bi hinceta ku wê bar bikin li salonê kursî nebûn û heyeta dadgehê xwestiye ku bi tenê 5 kes bikevin hundir.
Polîsê bersûc bi rêya SEGBISê beşdarî danişînê bûye.
Dadwerî ji pisporê rapora otopsiyê amade kiriye pirsiye ku bê ka polîsî rasterast gule bera Hemdanî daye lê gule ji erdê pekiyaye û lê ketiye. Pisporî gotiye ku gule “gule ji paş ber vi pêş rasterast çûye” û “ji laşî derneketiye”.
Dozgerî xwestiye ku bersûc girtî bimîne.
Parêzerê bersûcî jî xwestiye ku ji Nexweşxaneya Nexweşiyên Derûnî ya Edeneyê re bipirsin bê ka we îlacên bersûc dixwe bûye sedema têkçûna sîstema wî ya sînîrî. Her weha xwestiye bersûc tehliye bibe.
Heyeta dadgehê daxwaza pirsa ji newxeşxaneyê qebûl nekiriye û biryar daye ku bersûc girtî bimîne. Dadgehkirin wê 9ê Îlona 2021an saet di 11.00ê de dewam bike. (AO/FD)