Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Newroz Ûysal û Rezan Sarica, her du parêzerên Abdullah Ocalan, Rêberê PKKyê piştî 8 salan, di 2yê Gulanê de çûne Greva Îmraliyê û hevdîtinek pêk anîne. Ev hevdîtin piştî parêzeran 810 caran serî li dozgeriyê dabûn, pêk hatibû. Parêzeran 6ê Gulanê raya giştî bi vê hevdîtinê agahdar kirin û derbarê naveroka wê de civîneke çapemeniyê li dar xistin.
Di heman rojê de, saetên êvarê, Lijneya Bilind a Hilbijartinan (YSK) aşkere kir ku hilbijartina Stenbolê hatiye betalkirin û wê hilbijartin ji nû ve were pêk anîn.
Bixwîne - "Divê grevên birçîbûnê rê li ber mirinan veneke"
Ji ber vê rewşê hin siyasetmedar û rojnameger jî di nav de gelek kesan pêwendî di navbera her du bûyeran de girê da û îdia kirin uk hevdîtina Ocalanî bi hilbijartinê re têkildar e.
Bixwîne - Parêzeran piştî 8 salan hevdîtinek li gel Ocalanî pêk aniye
Herî dawî Temel Karamollaoglû, Serokê Giştî yê Partiya Saadetê di civîneke çapemeniyê de got, “Yek armanca hevdîtinên bi Ocalanî re heye, ew jî serkeftina hilbijartina Stenbolê ye”.
Sarica: Pirsgirêka Kurdan ne pirsgirêkeke wiha ye ku bi hilbijartina herêmî re were çareserkirin
Rezan Sarica, Parêzerê Ocalanî derbarê van îdiayan de pirsên bianetê bersivand. Saricayî got ku ti pêwindî di navbera hilbijartina Stenbolê û hevdîtina bi Ocalanî re nîne. Sarica wiha axivî:
“Ji ber ku hilbijartina Stenbolê jî bi kurdan ve girêdan ez dixwazim van tiştan bibêjim. Pirsgirêka kurdan, pirsgirêka demokratîkbûna Tirkiyeyê ne pirsgirêkeke wiha ye ku ne bi hilbijartineke herêmî, ne bi hilbijartineke giştî ne jî bi biryareke dadgehekê çareser bibe.
“Pêwindiya daxuyaniya ku me da çapemeniyê û bi biryara YSKyê yan jî bi hilbijartinê re nîne. Ji xwe ev ne di rojeva Ocalanî de bû. Ew bi xwe 20 sal in ku li Îmraliyê ye û sekna xwe, helwesta xwe weke çareseriya demokratîk nîşan kiriye. (HA/FD)