Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Serdar Çelebî, Parêzerê Mehmet Emîn Ozkanê ku 23 sal in li girtîgeha Amedê tê girtin, bal kişand ser berdana Ahmet Tûran Kiliç, failê kuştina mirovên li Hotela Madimakê ya li Sewazê:
“Berpirsiyariya kuştina Tuggeneral Bahtiyar Aydinî ya di sala 1993yê de xistin stuyê miwekilê min. Lê di belgeyan de jî hatiye nivîsandin ku ti eleqeya wî pê re nîne. Digel vê jî cezayê miebeta zexmkirî ya girtîgehê lê birîn. Heke Ahmet Tûran Kiliçê li Sêwazê mirov şewitandiye ji ber ‘nexweş’ e û ‘extiyar’e tê berdan, çima Mehmet Emîn Ozkan nayê tehliyekirin ku 23 sal in di girtîgehê de ye û nexweşê giran e.”
Recep Tayyîp Erdogan, Serokomar û Serokê Giştî yê AKPyê di 31ê Kanûna Paşiyê ya 2020an cezayê mayî yê Ahmet Tûran Kiliçê 86 salî rakiribû. Di sala 1993yê de hunermend û nivîskar jî di nav de 35 kes li Otela Madimakê ya Sêwazê hatibûn şewitandin û kiştin. Di doza Otela Madimakê de cezayê miebetê yê zexmkirî yê girtîgehê li Kiliçî hatibû birîn.
Parêzer Çelebiyî diyar kir ku bi sedan girtiyên di rewşa Kiliçî de hene û dibêje ku çima Ozkan nayê tehliyekirin.
Doza ku Ozkan tê de tê dadgehkirin di 31ê Çiriya Paşiyê ya 2020an de bi rê ve çûye. Digel ku rapor dibêje ji sedî 87 nikare li girtîgehê bimîne, biryara tehliyeyê nehatiye dayinî.
“Bila saetên xwe yên mayî li gel malbata xwe be”
Parêzer Çelebiyî diyar kir ku dadgehkirin wê di meha Gulanê de berdewam bike û bang li Erdoganî kir:
“Ew derfet û îmkan nînin ku Ozkan ji niha û pê de derkeve û jiyaneke nû ji xwe re ava bike. Em dixwazin ku bila saetên xwe yên mayî li gel malbata xwe be. Ew di wê lîsteya İHDyê de ye ku girtiyên nexweşiyên wan ên giran in. Heke ku hûn dikarin biryara efûyê bidin, ji bo Ozkanî jî berpirsiyariyê bgirin ser xwe. Ji bo Ozkanî jî di nava liv û tevgerê de bin.” (EMK/FD)