Parêzerê Îmamoglû Nûsret Yilmaz sewqî edliyeyê kirin
Parêzerê Ekrem Îmamoglu, Nusret Yilmaz di çarçoveya lêpirsîna gendeliyê ya li dijî Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê (IBB) de hatibû desteserkirin. Yilmaz, sewqî edliyeyê kirin.
Operasyonên di çarçoveya lêpirsîna gendeliyê ya li dijî Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê (IBB) de didomin.
Li gorî nûçeya Ajansa Anadolûyê, parêzerê Îmamoglû Nusret Yilmaz, di çarçoveya lêpirsînê de bi tohmeta ku "ji bo bertîlê navbeynkarî kiriye" hatiye desteserkirin. Her weha karên îfadeyê yê Nûsret Yilmaz yên emniyetê bi dawî bûye.
Li dijî Şaredariya Stenbolê operasyoneke nû: Biryara desteserkirina 14 kesan hat dayîn
12 Tebax 2025
Piştî kontrola bijîşkî, gumanbar Yilmaz şandin Edliyeya Stenbolê ya li Çaglayanê.
(Mİ/AY)
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.