Ekrem Îmamoglu, Şaredarê Bajarê Mezin ê Stenbolê û namzedê serokomariyê yê CHPê sê meh in li Girtîgeha Marmarayê ku li Sîlîvriyê ye girtî ye. Serdozgeriya Komarî ya Stenbolê careke din xwest parêzerê Îmamoglû, Mehmet Pehlîvan îfadeyê bide.
Pehlivan li dozgeriyê ji ber ku li gorî Qanûna Parêzeran ji Wezareta Dadê destûra lêpirsînê nehatiye xwestin, îfade neda. Dozger bi tohmeta ku "endamê rêxistina sûc e" daxwaza girtina Pehlivan kir.
Parêzer Mehmet Pehlivan sewqî Dadgeha Cezê û Aştiyê ya Nobedar hat kirin. Dadgehê biryara girtina Pehlîvan da.
Pehlivan di 27ê Adarê de li gorî "Qanûna Pêşîlêgirtina Şûştina Dahata Sûc" hatibû desteserkirin. Pehlivanê ku rojekê desteserkirî ma, îdiayên derbarê xwe de nepejirandibû. Dadgehê derketina derveyî welat li Pehlîvan qedexe kir û ew serbest berdabû.
(AB/AY)

