Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Li Navenda Dersînorkirinê ya Rihayê êrîşî penaberê îranî Elyas Torabibaeskendarîyî kirine ku di 25ê Hezîranê de piştî Meşa Rûmetê ya 21an li Stenbolê hatibû desteserkirin.
Torabibaeskendarî piştî ku hatibû desteserkirin, ew şandibûn Navenda Dersînorkirinê ya Rihayê.
Endamê Komeleya Mafên Mirovan (IHD) yê şaxê Rihayê, parêzer Mûstafa Vefa ji bianetê re got, mêrekî êrîşî Elyasî kiriye û li gorî texmîna wan ew mêr DAIŞî ye.
Vefayî destnîşan kir ku wî mêrî kulm li Elyasî dane lê rewşa wî baş e: “Vê carê bi vî rengî çêbû lê em metirsîdar in. Ji ber Elyas çalakvanê LGBTI+ e, em ditirsin ku êrîşên din lê bibin.”
Parêzer Mûstafa Vefayî bang li Komîseriya Penaberan a Neteweyên Yekgirtî (UNHCR) kir û diyar kir ku di vê demê berpirsiyareke mezin dikeve ser mile wan:
“Demeke dirêj e ez rewşa penaberên li vir dişopînim. Cara pêşiyê ye ku ez ewqas ditirsim. Di rewşên asayî de penaberan an dişinin welatên jê hatine yan jî herêmeke sêyem.
“Divê demildest biryara çavdêriya fermî ya Elyasî jî bê rakirin. Li wir bi tenê ye û em ditirsin ku penaberên din êrîşî wî bikin.”
Parêzer Vefayî ji dadwerê ku biryara çavdêriya fermî ji bo Elyasî daye re jî behra êrîşê kiriye û xwestiye biryara xwe betal bike.
Xwişka Elyasî, Andiseh Torabibaeskendariyê ji diyar kir ku ji bo dengê Elyasî bigihînin wan serî li her rêyan daye û ji raya giştî piştgirî xwest.
Çi bûbû?
Komîteya Hefteya Rûmetê ya 31an a Stenbolê li Şaxa Stenbolê ya IHDyê aşkere kiribû ku penaberê îranî Elyasê di dema Meşa Rûmetê ya 21an de hatiye desteserkirin, li Navenda Dersînorkirinê ya Rihayê tê girtin.
Komîteyê di daxuyaniya xwe de destnîşan kiribû ku ger Elyasî bişînin Îranê, dibe li wir îşkence lê bibe û bê darvekirin û daxwaza serbestkirina wî kiribû. Dadgehê daxwaza penaberan qebûl nekiribû û biryara dersînorkirina Elyasî dabû. Parêzaran li dijî vê biryarê serî li dadgehê dabûn. (EMK/FD)