Ji bo nûçeya Tirkî / Ingilîzî bitikîne
Hin êrîşkaran duhî li Almanyayê êrîşî fûtbollîzê Amedsporê, Denîz Nakîyî kiribû. Parêzerê Nakîyî, Soran Haldi Mızrakî eşkere kir ku ji ber êrîşê lêpirsîn li ser pêkhateyên Tirkan hatiye vekirin.
Mizrakî eşkere kir ku polîsên Almanyayê ji şeva dî ve gelek caran bi Nakîyî re axivîne û lêpirsînê didomîne.
Serokê Amedsporê Nurullah Edemenî eşkere kir ku ew li benda encambûna lêpirsînê ne, “heke pêkhateyên nijadperest ev yek kiribe rewşeka ciddî ya jihevqetiyanê dê çêbe.”
Çi bûbû?
Futbollîzê ku do tîma Amedsporê de dilîze, Denîz Nakî dema li Almanyayê tirimbêl diajot hin êrîşkaran bi çekan li wî reşandiye. Du fîşek li tirimbêla fûtbollîzê navdar ketine û rewşa wî baş e.
Li gor sieta Tirkiyeyê siet 01.15ê li otobana Aachenê êrîş li Nakîyî hatiye kirin.
Amedsporê li ser hesabê xwe yê Twîtterê wêneyên cihê bûyerê û Denîz Nakîyî weşand.
Wekîlê Partiya Gelan a Demokratîk(HDP), Garo Paylanî diyar kir ku li gor îstixbaratê sûîkast dê li penaberên ji Tirkiyeyê çûyîn Ewropayê bê kirin. Li ser vê yekê biryara parastina hin kesan hatiye dayin.
Paylanî di 20ê Kanûna Pêşiyê de eşkere kiribû ku rêxistinên îstixbaratê yên Ewropayê jî ji vê yekê agehdar in.(EKN/MB)