Ji bo nûçeya Tirkî / İngilîzî bitikîne
Ji bo tehliyekirina Selahattîn Demîrtaş Hevserokê giştî yê berê yê HDPyê serî li 19emîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê hat dayin ku 17 meh in girtî ye. Li gorî nûçeya Ajansa Nûçeyan a Doganê (DHA) Mahsûnî Karaman parêzerê Demîrtaşî diyar kiriye ku di tohmetên wiha de dikarin kesê girtî tenê salekê girtî bihêlin. Bi hinceta “rewşên neçar” dikarin 6 meh ên din li vê zêde bikin û Demîrtaş sal û 5 meh in ku girtî ye û divê wî tehliye bikin.
Karamanî di daxwaznameya xwe de gotiye ku derbarê Demîrtaşî de du muzekkereyên girtinê hene û yek ji wan bi tohmeta “tehrîkkirina sûcî” û ya din jî bi tohmeta “endamtiya rêxistinê” hatiye amadekirin. Karamanî destnîşan kiriye ku muzakkereya yekê di çarçoveya wan dosyayan de ye ku Dadgeha Cezayan a Asliyeyê lê dinêre û li gorî xala 102yê ya Qanûna Darazî ya Cezayan (CMK) kesê tê tohmetkirin ji salekê zêdetir nikare girtî bê hiştin. Ev dem tenê bi hinceta rewşên neçar de dikarin 6 meh ên din bê zêdekirin.
Karamanî di vê çarçoveyê de diyar kiriye ku Selahattîn Demîrtaş Hevserokê giştî yê berê yê HDPyê, 17 meh in ku girtî ye û divê bê tehliyekirin. (ŞA/FD)