Ramazan Demîr, parêzerê Hevserokê Giştî yê berê yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Selahattîn Demîrtaş diyar kir ku ji bo bi muwekîlê xwe re hevdîtinê pêk bîne ew çûye Girtîgeha Edîrneyê, lêbelê ji bo ku Demîrtaş lêgerîna li ser xwe qebûl nekiriye, derneketiye hevdîtinê.
Demîr têkildarî mijarê da zanîn ku Wezareta Dadê ji rêveberiya girtîgehê xwestiye ku her cara Demîrtaş ji odeyê derdikeve û dikeve odeyê bila solên xwe derxîne.
Demîr, li ser hesaba xwe ya medyaya civakî weha got:
“Ji bo hilbijartinan demekî pir kin ma ye. Di demekî wiha de li Girtîgeha Edîrneyê li birêz Selahattîn Demîrtaş lêgerîn tê ferzkirin ku sepanekî biçûkxistinê ye.”
“Li ser fermana Wezareta Dadê, ji îro ve her cara birêz Demîrtaş ji bo hevdîtinê ji odeyê derdikeve û dikeve odeyê lê tê ferzkirin ku li ber kamerayan solên xwe derxîne.”
“Birêz Demîrtaş jî ev sepan weke sepaneke biçûkxistinê û zordarî nirxand û got ku dê bi tu awayî qebûl neke. Birêz Demîrtaş dibêje ku dê vê zordestiyê nas neke û ji vir û şûnde dernekeve hevdîtinên bi malbat, parêzer û parlamenteran re. Navenda Giştî ya DEM Partiyê bi lez û bez ji mijarê hatiye agahdarkirin. Rayedarên partiyê dê serî li rayedaran û Wezareta Dadê bidin û dê jê bixwazin ku tavilê dev ji vê zexta biçûkxistinê berdin.”
(EMK/AY)