Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Li ser girtina Abdullah Ocalan, Rêberê Partiya Karkerên Kurdistan (PKK) re 21 sal derbas bûye. Ocalan 21 sale li Girtîgeha Tîpa F a Ewlehiya Bilind a Îmraliyê di hucreya yek kesî de tê girtin. Rezan Sarica, Parêzerê Buroya Hiqûqê ya Sedsalê ji Sadiye Esera nûçegîhana Ajansa Mezopotamyayê re axivîye.
Saricayî diyar kiriye ku demeke dirêj e ne bi erênî ne jî bi neyînî bersiva serlêdanên wan nayê dayîn û wiha gotiye: “Ev rewş ji nediyarbûnê wêdetir wateya wê ya redkirinê heye. Pergala tecrîdê ku bi taybetî li ser Birêz Ocalan û Girtîgeha Îmraliyê tê meşandin, bi hemû giraniya xwe ya nenaskirin, tune hesibandin û binpêkirina mafên bingehin û azadiyê didomîne. Statîkên hevdîtinê yên derbarê serlêdan û ziyaretên parêzeran, bêyî şîrove derdixin holê ku pîşeya parêzeriyê ya di bin parastina Destûra Bingehîn û hiqûqa navneteweyî de çawa li derve tê hiştin.”
Pergala Hiqûqê ya meşrû tuneye
Saricayî, daye zanîn ku li Îmraliyê pîşeya parêzeriyê bi pergalî ji 2 aliyan ve tê astengkirin û ev tişt aniye ziman: “Yek jê ji aliyê fizîkî ve hevdîtina me ya bi Birêz Ocalan û muwekîlên me yên din re ya li ser mafê wan tê astengkirin. Yek jê jî bêyî ku lê bê nêrin hemû serlêdanên îdarî û darazî bi vîneke navendî tên redkirin. Ya yekemîn meqamên îdarî ya duyemîn jî meqamên darazî pêk tînin.”
Saricayî destnîşan kiriye ku van hemû tiştana di raporên xwe yên salane yên derbarê azadî û mafan de parve dikin û wiha pêde çûye: “Bingeha her dû astengiyan jî bandoreke berjêrtir a astengkirina pergala Destûra Bingehîn a çavkaniya bingehîn a meşrutiya hiqûqî ya gihandina Îmraliyê ye. Pergaleke hiqûqî ya meşru, derbasdar, kêrhatî, gihîştbar ku muwekîl xwe bigihînin tuneye.”
Di dawiya axavtina xwe de Saricanî diyar kiriye û gotiye: Li şûna pergaleke keyfî ya dijberî civakê ku xwe dispêrê zorê, rêya qalkirina hiqûqa civakê, ne tevgerandina li gorî pergala tecrîda civakê ye, gihandina civakê ya feraseta ku xwe dispêre azadî û mafên bingehîne.” (HA/AY/FD)