Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Parêzerên rojnameya Cûmhûriyetê li hemberî biryara 3yem Daîreya Cezayan a Dadgeha Adlîyeyê ya Herêmî ya Stenbolê serî li Dadgeha Bilind daye.
Parêzeran di daxwaznameya xwe de diyar kiriye ku “biryara cezakirinê bi awayekî aşkere li dijî hiqûqê ye û ji ber wê jî divê betal bibe”. Her weha gotine ku ji bo cezayên girtinê yên di bin pênc salan de mafê temyîzê bê dayîn.
Li gorî nûçeya Alîcan Ûlûdagî yê ji rojnameya Cûmhûriyetê, di daxwaznameyê de her weha hatiye xwestin ku ji bo betalkirina qanûna rêya temyîza wan kesên di bin pênc salan de ceza li wan hatine birîn serî li Dadgeha Destûrî bê dayîn û daxwaza dozê bê kirin. Dîsa hatiye xwestin ku heta Dadgeha Destûrî biryarê bide bila dadkirin bê sekinandin.
Duh daxwazname hatiye şandin
Parêzerên rojnameya Cûmhûriyetê Dûyûn Yarsûvat, Fîkret Îlkîz, Bahrî Bayram Belen, Aynûr Tûncel, Tora Pekîn, Abbas Yalçin û Halîl Kocabaş daxwazname amade kirine ku ji 208 rûpelan pêk hatiye. Parêzeran daxwazname duh bi rêya dadgeha îstinafê şandine 16em Daîreya Cezayan a Dadgeha Bilind. (AS/FD)