Ji bo nûçeya Tirkî / İngilîzî bitikîne
Baroya Amedê, Civîna Lijneya Giştî ya 45. pêk anî, di civînê de Ahmet Ozmenê wekîlê serokatiya Baroya Amedê wek serokê Baroyê hat hilbijartin.
Piştî ku di 28ê Çiriya Paşiyê ya 2015ê de serokê Baroya Amedê, Tahîr Elçî hat kuştin, cara pêşiyê ye ku lijneya giştî ya Baroyê kom bû.
Baroyê di 8-9ê Çiriya Pêşiyê de hilbijartin pêk aniye.
Di hilbijartinê de Ahmet Ozmenî ji 1013 dengan 33 deng ji Mesut Beştaşî zêdetir stand û bû serok.(AS/MB)