* Fotograf: Arşiv - bianet
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzce bitikîne
Parêzerên Selahattîn Demîrtaş, Hevserokê Giştî yê berê yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ji bo miwekîlê wan serbest were berdan serî li dadgehê dane.
Parezeran li ser biryara Qanûna Bingehîn ji bo Demîrtaşî were berdan serî li dadgehê dane. Her weha Dadgeha Qanûna Bingehîn derbarê Demîrtaşî de biryar dabû ku mafên wî hatine binpêkirin.
Divê Demîrtaş serbest bibe
Li gorî nûçeya Ferît Aslanî ya ku di Medyascope-ê de hatiye belavkirin, Mahsûnî Karaman, Benan Molû, Ramazan Demîr, Aygul Demîrtaş Gokalp û Sertaç Bûlûttekîn, parezerên Demîrtaşî di serîlêdanê de weha gotine:
“Miwekîlê me di çarçoveya lêpirsînekî de ku di wê lêpirsînê de gumanbar jî nîne, hatiye girtin. 19em Dadgeha Cezayê Giran a Enqerê ye di vê lêpirsînê de biryara girtina wî dabû. Em li ser biryara Dadgeha Qanûna Bingehîn ya ku di 9ê Hezirana 2020an de bi hejmara 2017/38610 dabû, daxwaza serbest berdana miwekilê xwe dikin”
Çi bûbû?
Dadgeha Qanûna Bingehîn di 9ê Hezîranê de biryar dabû, girtina Demirtaşî demeke maqûl derbas kiriye û gotibû, li gor 19em madeya Destûra Bingehîn a Tirkiyeyê , mafê serbestî û ewlekariya Demîrtaşî hatiye binpêkirin.
Dadgeha Qanûnî mînaka vê biryarê ji 19em Dadgeha Cezayên Giran a Enqereyê û Wezareta Dadê re şandibû. (TP/AY/FD)